ENQERE – Prof. Dr. Necla Kurul da zanîn ku tiştekî ku desthilatdarî bide gelên Tirkiyeyê tune, ji bo wê OHAL'ê dirêj dike û ev tişt got: "Gelên li Tirkiyeyê ne mehkûmê hin sazî û kesan e. Divê her kes aqilê xwe bixebitîne û ji bo her hemwelatiyekê dem dema gotinê ye."
Prof. Dr. Necla Kurul a di çarçoveya Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ji Fakultepa Perwerdeyê ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin, der barê OHAL'a ku her dem li Tirkiyeyê dema wê tê dirêjkirin de axivî û der barê rewşa Tirkiyeyê de ev tişt got: "Pêşeroj ne diyar e. Bi dema derbasbûyîn re pirsgirêkên me hene û em di rojên tarî de ne."
'OHAL BANDORÊ LI SER HEMÛ QADÊN JIYANÊ DIKE'
Kurul destnîşan kir ku OHAL şert û mercên jiyanê yên mirovahiyê ji holê radike, pênaseyên der barê OHAL'ê de li gorî kes û saziyan diguhere û ev tişt got: "Wekî hemwelatiyekê OHAL çî ye? Ya rast li gorî pênaseya OHAL'ê rewşa me diguhere. OHAL'ê gelek sazî girtin, tê wateya bila rojnameger gotina xwe nebêje, qêrîn û êşa li girtîgehan bilind dibe, tê wateya dorpêaça bajaran, dibe ku a niha deriyê me bê vekirin û em bên binçavkirin û girtin, binpêkirina mafên karkeran, divê ji rayedaran re tu itiraz neyê kirin. Yanî hemû qadên jiyanê di bin gefa OHAL'ê de ye."
‘OHAL MANÎFESTOYA DESTHILATDARIYÊ YE’
Kurul anî ziman ku tu wedên ku desthilatdariya ji bo gelên li Tirkiyeyê bike nemaye, ji ber wê OHAL dirêj kiriye û wiha got: "OHAL manîfestoya desthilatdariyê ye. Heke desthilatdariyeke siyasî bi hêz bibe, hêza xwe zêde bike ev tê wê wateyê ku hin wead îlan kiriye. Ev wed çine, hêj Tirkiyeyeke xweş e. Tirkiyeyeke hêj wekhevtir e. Lê ji ber ku ev ji bo gel nekiriye, OHAL'ê îlan dike."
‘TEVGERÊN HEMWELATIYAN DÊ ZÊDE BIBIN’
Kurul anî ziman ku her gava ku OHAL'ê li ser gelên li Tirkiyeyê dirêj bikin, dê tevgerên hemwelatiyan zêde bibin û wiha pê de çû: "Divê êdî her kes hişê xwe bixebitîne û bi wêrekî tev bigere. Em li benda kî/ê ne? Dê kî/ê me rizgar bike? Em a niha jî li benda kesan nînin. Em wekî hemwelatî, divê em hêz û enerjiya xwe kom bikin û bi hêza xwe ya cewherî re tev bigerin. Me wekî hemwelatî ev çavdêrî kir. Heke aliyê walî yê Firatê xwîn biherike, mirov di nava êşê de bin, li Rojavayê Tirkiyeyê ne pêkan e mirov kêfxweş bijîn. Ji ber wê dema em welatiyên ji Sûriyeyê li kuçeyan dibînin dilê me diêşê." Kurul got ku axaftin, tenê axaftin ji bo wan girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beyî ku şidetê li hin kesan bikin, tenê axaftin baş e. Yanî mirov bikaribe bêje gotina me heye û ji vê rev tune be. Her dem li dijî hêza ku me bê hêz dike, bide nîşan ku hêzeke mirovan heye û heke ev hêz bigihêje hev dê mezin bibe. Em di vî warî de ne bê hêvî ne. Vê hêvjiya xwe jî, çawa ku tirs li mirovan belav dibe, hêvî û têgeh jî li virovan belav dibe. Em ê vê yekê bêjin û berdewam bikin. Ji ber ku em Tirkiyeke bê OHAL dixwazin. Divê her kes li dijî OHAL'ê hişê xwe bixebitîne û ev dema wê ye."
‘ERDOGAN NE TIRKIYEYE’
Kurul gotinên wekî "Heke Erdogan biçe, dê Tirkiye belav bibe" jî bi bîr xist û aşkera kir ku ev gotin tenê ji bo hişê mirovan tev li hev bikin tên gotin û ev tişt anî ziman: "Gelên li Tirkiyeyê ji Serokomar Erdogan mezintirin. Erdogan ne Tirkiyeye, hemû nerazîbûn û hêrsa gelên li Tirkiyeyê di kesekî de komkirin, tevlihevkirina hişê mirovan e. Yanî ketina Erdogan nayê wê wateyê dê gelên li Tirkiyeyê bikeve."
‘REWŞA PERWERDEYÊ QET NE BAŞ E’
Kurul diyar kir ku ew bi xwe jî hîndekareke, herî dawî der barê perwerdeya di serdema OHAL'ê de axivî û ev nirxandin kir: "Wekî hemû qadên jiyanê, desthilatdariyê dest dirêjî qada perwerdeyê jî kiriye. Di qada perwerdeyê de bê hiqûqî serdest e. Bi hezaran mamoste ji kar avêtin. Di qada perwerdeyê de beyî ku li liyakatê mêze bikin dibin rêveber. Dibistan bûne qadên serdestiya zilam. Ev jî tê wê wateyê dê zarokên me yên keç û mamosteyên me yên jin li dibistanan kêm bibin. Her ku diçe rewşa perwerdeyê xirab dibe û qet ne baş e."