MÊRSÎN – Li Tarsûsê jinên karker ên li nav zeviyan dixebitin ji berbanga rojê heta roj diçe ava dixebitin. Jinên karker nabêjin herî û baran e heta êvarê rojê bi beramberiya 47 TL’yî dixebitin.
Li Taxa Yeşîltepe a navçeya Tarsûsa Mêrsînê jinên karker li nav zeviyên pirasayê kar dikin, bi hilavêtina tîrêjên rojê re dest xebatê dikin heta roj diçe ava dixebitin. Jinên karker li gel kedeke ewqasî bi saetên dirêj neçarin bêewle û bihayek kêm bixebitin.
Jinên karker serê sibê saet di 06.00’an de ji malê derdikevin û saet di 07.00’an de dest bi kar dikin. Li gel hewa sar, baranê û heriyê jî heta êvarê li nav zeviyan bi bihayê 47 TL’yî dixebitin. Karker bêyî ku taştê bixwin dest bi kar dikin, heta êvarê ya li ser çongan an jî rûniştî dexibitin. Jinan diyar kir ku li gel ewqas karek zehmet jî bêsîgorta û bi bihayek kêm neçarin ji bo debara xwe bixebitin.
‘EM BI NEXWEŞÎNAN RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’
Ji karkeran Zeynep Kizil der barê zehmetiyên kar de ev tişt got: “Min xwe dît û nedît ez vî karî dikim. Ji ber ku alternatîfek min din tune ye, ez neçarim werim li zeviyan bixebitim. Em nabêjim baran û heriye û dixebitin. Rewşa me va li ber çava ye. Rewşek rezîl e. Ya ku herî zora me dibe piştî baranê çêbûna heriyê ye. Ji ber hewa sar û heriyê gelek kes nexweş dikeve.”
‘EM DI NAV HERIYÊ DE DIXEBITIN’
Karkera bi navê Ayşe Tatli jî destnîşan kir ku ji bo xwe ji hewa sar biparêze kincên sitûr li xwe dike û wiha axivî: “Tevahiya rojê em di nav heriyê de dixebitin. Lê em bedela keda xwe nastînin. Ji ber ku tevahiya rojê em li erdê dixebitin pişta me diêşe. Dema em êvarê diçin malê jî karê malê dikin. Me ji dixwest em li malê ji xwe re rehet rûniştina. Lê em neçarin di nav heriyê de bixebitin. Bihayê didin me heqê keda me dernaxe. Wek din hilbijartinek din jî tune ku em bixebitn.”
Tatli anî ziman ku ew 35 sal berê ji Sêrtê koçî Mêrsînê kirine û got: “Ji bo em debara xwe bikin zor û zehmetiyê dikişînin. Ji bo em birçî nemînin û muhtacî kesên din nebin em xebitandina xwe didomînin.”