AMED - Cengîz Temelê li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Tarsûsê dimîne, bi riya telefonê li malbata xwe geriya û got ku jimariya li ser lingan li wan tê ferzkirin û rojnameyê nadin qawîşa wan.
Muameleyên kêfî yên li girtîgehan naqedin. Bi taybetî jî piştî îlankirina Rewşa Awarte li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Tarsûsê ye. Cengîz Temelê ku li vê girtîgeha navborî dimîne, bi riya telefonê li malbata xwe geriya û balê kişand ser pêkanînên kêfî yên li girtîgehê. Li gor tiştên ku Temel gotine, li girtîgehê jimariya li ser piyan li girtiyên siyasî tê ferzkirin û kesên qebûl nekirin jî bi gefan li wan dixin û ji wan re dibêjin ew ê wan bibin odeyên bisînger.
ROJNAMEYÊ JÎ NADIN WAN
Temel diyar kir ku binpêkirin tenê ne ev in, her wiha di avêtina ser qawîşan de amûrên wan û pirtûkên wan jî tên desteserkirin. Temel got ku sirûdan bi wan didin guhdarîkirin û bi vî awayî tên provekekirin. Temel bi lêv kir ku ew bi tu awayî xeberê ji hevalên xwe yên qawîşên din wernagirin. Her wiha Temel destnîşan kir ku ew ê heta 15 Sibatê hevdîtinan çê nekin.