STENBOL – Kamyonên harfiyatê yên li nêv Stenbolê bêyî bên venihartin tên xebitandin, wek Ruhstîn ruhê mirovan distînin. Kamyonên harfiyatê di 21 mehên dawî de 39 kuştin. Piraniya van kamyonan jî yên aîdî fîrmayên taşeron in ku karên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dikin.
Li Stenbolê, kamyonên harfiyatê yên di çarçoveya veguherandina bajêr de tên xebitandin wek Ruhstîn ruhê mirovan distînin. Di 21 mehên dawî de ji ber van kamyonan 39 kes mirin. Her wiha herî dawî 5 roj berê Saîme Gunduzogluya 65 salî dema ji bazara semtê ya Kadikoyê diçû malê, kamyona harfiyatê lê qeliband û mir. Ev yek jî diyar dike ku ev kamyon û wesayîtên harfiyatê bêyî bên venihêratin û kontrolkirin tên xebitandin.
Piraniya van kamyonan jî yên aîdî fîrmayên taşeron in ku karên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dikin.
Di 12'ê Gulana 2016'an de li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê kamyona harfiyatê ya aîdî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li Şûle Îdîl Dereyê qelibandibû û Dere miribû. Dayika Dereyê Nesrîn Arslan got ku berpirsiyarên sereke yên cinayetên ji ber kamyonên harfiyatê çê bûne nayên darizandin.
'KUJERAN NAS DIKIM'
Arslan balê kişand ser pêvajoya huqûqî ya têkildarî cinayeta keça wê û ev tişt gotin: "Danişîna Îdîlê piştî nediyariyeke dûr û dirêj dest pê kir. Di wê navberê de berpirsiyar hatin pakkirin û ji dozê hatin dûrxistin. Tenê ne Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, dewlet bi hemû organên xwe hewl da berpirsiyaran pak bike. Piştî berpirsiyar di rapora pêzaniyê de hatin diyarkirin, Walîtiyê ew parastin. Me îtirazî vê biryara Walîtiyê jî kir û me serî li dadgeha îdarî da. Ji ber ku dadgeha îdarî jî saziyeke dewletê ye, peywira ket ser mila kir. Wê jî biryara Walîtiyê pesend kir. A rast ev rewş ez neheyirandim. Çimkî ez kujer nas dikim, kujer; ne xebatkarên asta binî û ne jî ajokarê kamyonê ye. Kujer Şaredariya Bajarê Mezina Stenbolê û şaredarê wê demê Kadîr Topbaş û kesên ew berpirsiyar daye Topbaş bi xwe ne."
Arslan li hemberî vê rewşê balê kişand ser bêdengiya civakê û ev tişt gotin: "Divê ji bo vê bûyerê qiyamet rabe, heke li vir ranebe wê kengî rabe. Ma ji bo dengê stenboliyan derkeve, ma li bendê ne ku kamyon têkevin malan? Dibe mirov van cinayetan wek cinayetên polîtîk nebîne, lê berpirisyarê vana Şaredariya Bajarê Mezin û Serokomarê ku got me 'me îxanet li Stenbolê kir' bi xwe ne."
Arslan mirina Saîme Gunduzoglûya 65 salî jî bi bîr xist û wiha got: "Şaredarê nû yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji vê cinayetê berprisiyar e. Feraseta Şaredariya Bajarê Mezin mirinê hildiberîne."
MA / Bilal Seçkin