MÊRDÎN – Endamê Komeleya 78'an a Qoserê Mehmet Îshak Ozer yê di dema 12'ê Îlonê de tevî hemû îşkenceyan jî ferzkirina kincên yek tîpî qebûl nekir wiha got: "Mebesta wan ew e ku şoreşgerên li dijî vê pêkanînê li ber xwe bidin îşkence bikin. Yek tîpî bahane ye."
Endamê Komeleya 78'an a Qoserê Mehmet Îshak Ozer, bertek nîşanî sepandina kincên yek tîpî da. Ozerê ku di dema 12'ê Îlonê de di Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê de bû, kirinên wê demê yên li wan dihatin ferzkirin vegotin û got ku sepandina kincên yek tîpî ya tevî hemû îşkenceyan nehat qebûlkirin, wê niha qet neyê qebûlkirin.
‘NE ÎŞKENCE, WEHŞET BÛ'
Ozer diyar kir ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de ew li qawîşa 27'an a Girtîgeha Jimare 5'an dima û di 10 salên girtîgehê de ew bi îşkenceyên giran re rû bi rû maye. Ozer destnîşan kir ku kirinên ku rûmeta mirovahiyê rencî de dikirin ne îşkence bûn, wehşet bûn, lê belê wan tim li hemberî tiştên li wan dihatin ferzkirin li ber xwe daye. Ozer bi lêv kir ku sepandina ku bi îşkenceyan nehat qebûlkirin, wê niha qethiyen neyê qebûlkirin û ev tişt gotin: “Di salên 80'yî de li hemberî ferzkirina yek tîpiyê berxwedan dest pê kir. Di dema vê berxwedanê de ez di qawîşa 18'an de bûm. Me li ber deriyan barîkat danîn û gardiyanên li hemberî vê yekê neçar man, di paceyên biçûk de ava şid direşandin. Piştî ku em ketin erdê ketin hundurê qawîşê û bi îşkenceyê em derxistin. Ji me pirsîn 'Hûn ê kincên yek tîpî li xwe bikin?' Piştî ku me got qethiyen em qebûl nakin, min çavê xwe li nexweşxaneyê vekir. Dema me li nexweşxaneyê tedawî qebûl nekir, careke din îşkence kirin. Dema em ji ser hişê xwe çûne wan kincên yek tîpî li me kiriye."
Ozer destnîşan kir ku dema wan çavê xwe vekiriye, ew li qawîşê bûne û wan kincên yek tîpî yên li ser xwe derxistiye û wiha domand: "Me got em li xwe nakin û ji ber vê em avêtin hucreyê." Ozer anî ziman ku piştî dev ji ferzkirinê hatiye berdan xwebaweriya wan zêde bûye û wiha got: "Heke di wext de em bihatanan ser hişê xwe; wê Kemal, Hayrî, Mahmût, Mazlûm û hemû şehîd nemiranan. Em pir dereng hatin ser hişê xwe."
‘YEK TÎPÎ BAHANE YE'
Ozer destnîşan kir ku ev sepandin pirsgirêkeke "ferasetî" ye û wiha domand: "Seriyê xwedî vê ferasetê hişk û bi cir e. Dizanin ku dê şoreşger kincên yek tîpî li xwe nekin, lê belê dîsa jî ferz dikin. Mebesta wan ew e ku şoreşgerên li dijî vê pêkanînê li ber xwe bidin îşkence bikin. Yek tîpî bahane ye. Feraseta dewletê ji îşkenceyê zewqê distîne. Ji bo rûmeta xwe biparêzin divê girtiyên şoreşger li ber xwe bidin." Ozer got ku wê şoreşger qethiyen vê sepandinê qebûl nekin û ev tişt gotin: "Dewlet tim sepandinên cuda ferz dike. Lê tu carî bi ser nakevin û wê nekevin jî."