MÊRSÎN - Walîtiya Mêrsînê, panela Şaxa ÎHD’a Mêrsînê ya "Ji bo darizandinek Adîlane, em ê destûr nedin yek tîpî” qedexe kir.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, xwest di 16’ê Çile de li Salona Dawetê ya Şah panela “Ji bo darizandinek adîlane, emê destûr nedin yek tîpî” li dar bixe. Lê Walîtiya Mêrsînê bi hinceta OHAL heye panel qedexe kir. Li ser vê yekê komeleyê biryar da ku sibê saet 12.30’an panelê li avahiya xwe li dar bixe.