STENBOL – Parêzerên rojnamegerê girtî Mehmet Altan ji bo tahliyeyê serî li dadgeha bilind dan. Dadgehê serlêdana parêzeran red kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê rojnamegerê girtî Mehmet Altan de biryara “binpêkirina maf heye” dabû. Lê li gel vê biryara AYM’ê jî daxwaza tahliyeya Altan ji aliyê 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatibû redkirin. Li ser vê yekê parêzerên Altan ji bo berdana muwekîlên xwe serlêdanî dadgeha bilind ango 27’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dan. Dadgehê serlêdana parêzeran red kir.