NAVENDA NÛÇEYAN – KCD’ê nerazîbûn nîşanî gefxwarin û êrîşên AKP ên li dijî Efrînê da û xwest baş were zanîn êrîşa li dijî Efrînê tê wateya êrîşa li dijî hebûna Kurdan.
Kongreya Civaka Demokratîk têkildarî hewldanên Tirkiyeyê yên ku dixwaze Efrînê dagir bike, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD'ê di
daxuyaniya xwe de helwesta Tirkiye rexne kir û wiha got:
“Daxuyaniyên Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ên ku di rojên dawîn de qala mudaxeleya leşkerî ya bi ser Efrînê dike, gelê Kurd di serî de li ba civaka navneteweyî bûye sedema fikarên mezin. Sedema van fikaran jî ev e ku, ev mudaxeleya leşkerî û hewldana dagirkeriyê wê Tirkiyeyê têxe nav kaoseke mezintir û ew ê hemû gelên me têkevin nav bêîstîkrarî û bêaramiyê.
Heta îro PYD, YPG, QSD’ê têkildarî Tirkiyeyê tu daxuyaniyeke xeternak nedaye û civaka navneteweyî jî şahida vî tiştî ye.
Berevajî wê li Rojava Kurd bibin xwedî statu û Federasyona Sûriyeyê ya Demokratîk pêk were ew ê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û doza Kurdan jî roleke erênî pêk bîne.
Kêşe ev e ku hikumeta AKP’ê li dijî hebûn û destkeftiyên Kurdan tehamulê nake û siyaseta înkar û îmhayê didomîne.
Tu qezenceke vê dagirkeriya Tirkiyeyê ew ê tune be. Berevajî wê ew ê ev tişt xisarê bide yekîtî û yekparetiya Tirkiyeyê û kêşeyên mezin ên siyasî û civakî ew ê pêk werin.
Divê baş were zanîn êrîşa li dijî Efrînê tê wateya êrîşî hebûna Kurdan û hemû destkeftiyan. Ew ê gelê Kurd di vî warî de bi bîra xwe ya xurt li dijî van polîtîkayên şer têbikoşe.
Em bang li hemû gelên xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, hemû saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê û qada navneteweyî dikin ku bila li hemberî faşîzma AKP’ê bihistyar bin û têbikoşin.”