AMED – Polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt û bi hinceta parvekirinên medya civakî 18 kes binçav kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê bi dehan kes de ji ber parvekirinên medya civakî lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsên girêdayî Şaxa TEM’ê serê sibê bi ser 30 navnîşanan de girtin. Di serdegirtina malan de 18 kes binçav kirin.
Hat zanîn ku yên hatine binçvirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.