STENBOL – Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê dê li dijî sepandina cilên yek reng li avahiya Rêxistina HDP’a Navçeya Esenlerê konferans li dar bixe û HDP’ê banga beşdariya konferansê kir.
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê dê sibê saed di 15.00’an de li dijî sepandina cilên yek reng li avahiya Rêxistina HDP’a Navçeya Esenlerê konferans li dar bixe. Dê Parlamenterê HDP’ê Mehmet Emîn Adiyaman, Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek, Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzer Dîdar Erdem û malbatên girtiyan beşdarî konferansê bibin.
Rêveberê HDP’a Stenbolê Unal Yusufoglu banga konferansê kir û xwest ku hemû aliyên hestiyar û demokratîk beşdarî konferansê bibin. Yusufoglu destnîşan kir ku divê li dijî sepandina cilên yek reng berxwedanek li pêş bikeve û bêdeng nemîne.