ENQERE - Doza rojnamegerên rojnameya Cumhuriyet û Evrenselê yên ji doza 10'ê Cotmehê dihatin darizandin bi yek dengî ket.
Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrensel Fatih Polat, nûçegîhanê Rojnameyê Tamer Arda Erşin û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar nûçegîhanê Rojnameyê Kemal Goktaş li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Li salona dadgehê Rojnameger Polat, Erşin û Gurbetoglu li salonê amade bûn. Dozê bi tespîta nasnameyan des pê kir. Rojnameger Goktaş, Rojnameger Dundar û Goktaş ji ber li dervê bajar bû beşdarî danişînê nebûn. Prz. Mustafa Sogutlu parastin kir û xwest li gorî xala 26'an a çapemeniyê doz bê xistin.
Heyeta dadgehê jî li ser daxwaza parêzeran doz xist.