AMED – Danişîna doza der barê serokên berê yên Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Selçuk Mizrakli û Dr. Şemsettîn Koç de hat dîtin.
Serokên berê yên Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Selçuk Mizrakli û Dr. Şemsettîn Koç di çarçoveya lêpirsînek li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” di tîrmeha 2017’an de hatibûn girtin û di 8’ê îlona 2017’an jî tahliye bûbûn. Danişîna doza der barê Mizrakli û Koç de vebû li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ji bo her bijîşkek ji 7 sal û nîv heta 15 salan cezayê hepse tê xwestin. Rêveber û endamên Odeya Bijîşkan a navend û Amedê, nûner, rêveber û endamên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û KCD’ê dozê şopandin.
Dr. Selçuk Mizrakli sûcên avêtine ser red kir û got: “Ez bijîşkim, lê nayê wê maneyê ku ez li dijî her tiştên li dora min diqewimin bêdeng bimînim. Berovajî vê yekê ez li dijî tiştên li derdora min diqewimin wek peywîrek hestiyariya demokratîk dibînim.”
'DAXWAZA PERWERDEHIYA ZIMAN MAFEK XWEZAYÎ YE’
Mizrakli bertek nîşanî xebatên Weqfa Mezopotamyayê ya di îdianameyê de ku wek “li dijî qanûn” hatine dîtin da û got: “Armanca Weqfê ew bû bi zimanê kurdî, îngilîzî û tirkî bi 3 zimanan ku zanîngehek perwerdehî bide bê avakirin. Em li ser vê mijarê bi YOK û rayedaran axivîn. Ev xebat li dijî qanûnan nîne. Daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî mafek xwezayî ne. Ya ne xwezayî ew e ku mirov bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê nexwaze.”
Piştî parastina Dr. Şemsetîn Koç û parêzer Mehmet Emîn Aktar heyeta dadgehê bi boneya kêmasiyên dosyeyê temam bibin dozê taloqî meha gulanê kir.