ENQERE - Kesên bi karker Sitki Aydin re hevdîtinê kirin, dan zanîn ku "bi fermana walî" desthilatdariya siyasî zextan li Aydin dike.
Karker Sitki Aydin di 12'ê Çileyê de çû ber Meclisê û got ku "Ez nikarim debara xwe bikim" û agir berda bedena xwe. Piştî bûyerê Aydin rakirin Nexweşxaneya Nimûneyê ya Enqereyê û tê dermankirin. Aydin dê sibê ji dexweşxanyê derkeve, kesên ji bo wî bibînin çûn nexweşxaneyê, bi hinceta "fermana walî heye" polîsan nehişk kes Aydin bibîne.
WALÎ HEVDÎTIN PÊK ANÎ
Bûyera di rojevê de deng veda, bi taybetî di medyaya civakî de gelekî nîqaş kirin. Di sala 2001'an de dema Serokwezîrê wê demê Bulent Ecavît ji Meclisê derketibû, welatiyekî kaseya nivîsê avêtibû ber wî û vê bûyerê jî di rojevê de deng vedabû, gelek kesan şewata Aydin û ev bûyer şiband hev.
Ev bûyera şewata karkerê înşaetê jî di rojevê de deng vedabû û ji bo desthilatdariya siyasî zerarê nebîne, Waliyê Enqereyê Ercan Topaca li Aydin re li nexweşxaneyê hevdîtin kir. Topaca piştî hevdîtinê got ku: "Ji bo her cure îhtîmal bê nirxandin dê bi wî re eleqedarî çêbe, dê dermankirina wî bê kirin. Înşallah dê pirsgirêkên din jî çareser bibin. Birêz Serokomarê me, Serokwezîrê me, wezîrên me û Wezîrê Karê Hundur bûyerê dilşopînin."
PEYAMA 'EM LI PIŞT TE NE' DIDIN'
Piştî çalakiya şermezakirinê Aydin bi çapemeniyê re axivî bû û gotibû ku "Tenê min xwest ez wekîlekî bibînim", "Di serî de Serokomartiyê min serî li gelek cihan da lê tu bersiv nedan min." Lê piştî Walî Topaca bi Aydin re hevdîtin kir, axaftinên balkêş kir û ev tişt got: "Dewletê soz da min, gotin 'em li pişt te ne' û piştî van gotinan pêwîstî bi saziyên din tune. Dewletê doz da, em li pişt dewletê ne. Heke sozek dabin min divê ev soz bê cihê xwe, gelek kes digerin pêwîstî pê tune. Ji min re sozê dewletê bes e."
Piştî çalakirya şermezarkirinê, hin kesên bi Aydin re hevdîtin kirin, aşkera kirin ku nahêlin bi kesî re hevdîtinê bike û zextan li Aydin dikin.
Parêzer Kazim Bayraktar ê ji bo bi Aydin re hevdîtinê bike çû nexweşxaneyê, polîsan hevdîtina wî asteng kir, da zanîn ku ji ber zextan karkerê birîndar Aydin gotinên wekî 'Ji min provokator dernakeve' bi kar aniye û ev tişt got: "Em difikirin ku ji ber zextan ev axaftin kirine."