MÊRSÎN – Li Mêrsînê derket holê ku penaberê ji Sûriyeyê Mamun Abu Alî yê 21 salî ji aliyê cîranê xwe H.K. ve hatiye kuştin.
Derket holê ku li kolana 6104 a taxa Mulfîde Îlhan a girêdayî navçeya Akdenîz a Mêrsînê penaberê ji Sûriyeyê Mamun Abu Alî yê 21 salî ji aliyê cîranê xwe H.K. ve hatiye kuştin. Li gorî agahiyên ji şêniyên taxê hatin girtin Abu Alî bi firotina sebzeyan debara xwe dike. Êvarê bûyerê Abu Alî dema xwestiye tablaya xwe ya sebzeyan li ser difiroşe bi keys bike, ji ber sedemek nayê zanîn ve ji aliyê cîranê xwe H.K. ve bi çifteya nêçirî hatiye kuştin.
Abu Alî ji ser dilê xwe gule xwar û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Şêniyên taxê diyar kirin ku di navbera Abu Alî û H.K. de tu xisumet tune bûye û bûyer ji nişkave derketiye. Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de H.K. hat binçavkirin.
Hat îdiakirin ku di lêpirsîna kujer H.K. a li Miduriyeta Polîsan de derket holê ku 4 meh berê niha li heman taxê zarokek bi navê M.A. yê 7 salî yê malbetek ji Sûriyeyê ye ji aliyê H.K. ve bi guleyê hatiye birîndarkirin. Lê hat îdiakirin ku der barê vê bûyerê de derheqê H.K. de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.