MÊRSÎN - Serokê Şaxa DÎSK'a Mêrsînê Kemal Goksoy bal kişand ser rapora ÎSÎG'ê û aşkera kir ku di sala 2017'an de 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest daye û ev tişt got: "Sedema vê yek jî OHAL e, divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên ku jiyana karkeran tune dihesibîne berde.
Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora cinayetên kar a sala 2017'an de diyar kiribû ku 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Serokê Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Mêrsînê Kemal Goksoy, cinayetên karkeran ên di serdema Rewşa Awarte (OHAL) de qewimîn, nirxand.
Goksoy, da zanîn ku piştî îlankirina OHAL’ê, şert û mercên bê ewlehî yên kar zêde bûye û encamên vê jî di cinayetên kar de xwe daye nîşan.
‘ÇAWA TEVDÎRÊ NAGIRIN, KONTROL JÎ TUNE'
Goksoy diyar kir ku di cinayetên karkeran de Tirkiye di nav welatên Ewropayê de, di rêza yekemîn de ye, cinayetên karkeran tenê ji hejmaran re ne sînor e. Goksoy, aşkera kir ku şertên bê ewle yên xebatê dibe sedem ku gelek karker jiyana xwe ji dest bidin û ev tişt got: "Em wekî DÎSK dixwazin di çarçoveya ewlehiya karker û kar de li gorî quralan xebat hebe. Ji bo ev pêk bê jî pêwîstî bi mekanîzmayeke kontrolê heye. Lê li welatê me çawa ku ewlehiya kar tune, mekanîzmayeke kontrol bike jî tune."
‘QANÛNÊN LE ALÎGIRÊ KARKERAN, ALÎGIRÊ SERMAYEYÊ’
Goksoy da zanîn rapora cinayetê kar bi taybetî herî zêde balê dikişîne ser mirinên di kanên madenê de û ev tişt anî ziman: "Divê di kanên binê erdê de odeyên jiyanê bên avakirin, lê rayedarên hukumetê bi vekirî gotin ku 'maliyeta van gelekî zêde ye.' Ev jî bi zelalî dide nîşan ku hikumet ji jiyana karkeran zêdetir, girîngiyê dide pere. Qanûnên li Tirkiyeyê tên derxistin, alîgirê sermayeyê û dijberê mafê karkeran e."
‘CINAYETÊ ERZAN ÊN KEDÊ’
Goksoy got ku ev cinayetên erzan ên kedê yên li Tirkiyeyê ne û wiha pê de çû: "Berdin li Tirkiyeyê ewlehiya kar û tenduristiya kar bê parastin, ji ber bê kontrolî û bê wasifiya desthilatdariyê, mirinên kar zêde dibin. Divê li Tirkiyeyê karker bên perwede kirin û li gorî branşên wan bidin xebatê. Divê rêbazên ku jiyana karkeran û ewlehiya wan digire bin ewlehiyê esas bên girtin."
GOTINÊN ERDOGAN
Pisporê Rêxistin û Perwedeyê yê Tum Koy Senê Sedat BAşkavak jî destnîşan kir ku di serdema OHAL'ê de karker ji lêgerîna mafên xwe bê par hatine hiştin û dema ji bo şertên jiyana xwe baş bikin, dengê xwe derdixin, bi tundiyê re rû bi rû dimînin û ev tişt got: "Sedemên herî girîng ên cinayetên kar qanûnên ku der barê karkeran de derdixin û bi rêya OHAL'ê van mafan ditepisînin. Serokomar Erdogan dema bi karsazan re civîn li darxist, got ku 'Ji bo jiyana me ya kar hêj bi rihetî bixebite, me OHAL derxistiye. Hin cihên ku di bin gefa grevê de ne, em bi OHAL'ê di kêliyê de mudaxale dikin.' Erdogan bi vekirî got ku ew OHAL'ê wekî rêbazeke tundiyê li ser karkeran dimeşînin. Dema rewş ev be, çawa ku OHAL bandorê li ser hemû jiyana dike, bandorê li ser şertên xebata karkeran jî dike."