MÊRSÎN - Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat, diyar kir ku baweriya hikûmetê bi artêşa wê nayê, ji ber vê yekê bi KHK’an ji bo sîvîlên bi çek zirxê darizandinê anî û wiha got: “Hêzên paramîlîter, dixwazin pirsgirêkên takekesî yên nava civakê vediguherîn in sûc û dibin navê KHK’an de jî van sûcan pêk bînin.”
Bertekên li dijî KHK’a Hejmara 696’an a di çarçoveya OHAL’ê ji bo sivîlên bi çek zirxê darizandinê hat derxistin, berdewam dikin. Parlamentera Partiya Demokratîk Gelan (DDP) a Betlîsê Mîzîn Irgat, diyar kir ku bi vê sererast kirinê desthilatdarî dixwaze xwe bi parêze. Irgat, anî ziman ku KHK’ên di çarçoveya OHAL’ê de hat derxistin, Meclîs xitimandiye û Tirkiye veguherandiye dewleteke KHK’an.
'DEWLETA HIKÛMETÊ QEDIYA'
Irgat, da zanîn ku piştî hewldanên darbeyê, hikûmet bi KHK’an dixwaze civakê kontrol bike wiha axivî: “KHK’a her bi taloke ya ji bo sîvîlên bi çek zirxê darizandinê anîne. Ez qanûn ji bo hêzên paramîlîter ên bê hiqûq hat derxistin. Ev yek dê di demên pêş de Tirkiyeyê bixwe nava talokê. Hemû kesên desthilatdariyê rexne dikin, dê nekarin xwe îfa de bikin. Ji xwe piştî OHAL’ê mirov bi rehetî girtin, di lêpîrsanan derbas kirin, doz vekirin û ji ber cezayê dan mirovan, êdî kes nikarin derbikevin kolanan. Bi KHK’a dawîn re êdî mirov nikare bêje Tirkiye dewletek hiqûqiye. Ji ber ku hiqûq bi awayekê wekhev nêzî hemû kesê dibe. Bi van qanûnên nû re dê hin komîn paramîlîter li dijî muxalîfam sûc bikin û ev sûc dê bê ceza bimînin. Ev yek jî dide nîşan dan ku dewleta hiqûqî qediyaye.”
'DESTHILATDARIYÊ XWE XIST BIN PARASTINÊ’
Irgat, dest nîşan kir ku bi vê sererastkirinê desthilatdariyê xwe xistin bin parastinê û wiha domand: “Desthilatdarî mîna gefekê vê li dijî beşên muxalîf bikar tîne. Di serî rakirineke civakî de dê vê yekê li dijî gel bikar bîne. Wê demê dê hêzên paramîlîter bi awayekê pir rehetî êrîşê kesan bikin. Hêzên paramîlîter, pirsgirêkên takekesî yên dinava civakê dixwazin vediguherîne sûc û dibin navê KHK’an de jî van sûcan pêk bîne. Ji ber vê yekê dibe ku tevliheviyek civakî bê jiyîn. Dê bi KHK’an, civakê ji hev cuda bikin.”
‘BAWERIYA DESTHILATDARIYÊ BI ARTÊŞA WÊ NAYÊ’
Irgat, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi vê sererastkirinê re der ket holê ku baweriya desthilatdarî bi artêşa wê nayê. Ji ber vê qanûnê dixwaz hêzeke taybet a girêdayî xwe ava bike. Dê bi KHK’an hemû darizandin û rêvebirin ji holê rabin.”