MUGLA - 7 zarokên di navbera 6 û 12 salî de ji bo paqijkirina Bodrumê, Koma Zarokan Zortul ava kir. Zarok li dijî gemariya heyî dest bi têkoşîna parastina ekolojiyê kirin.
Li navçeya Bodruma Muglayê zarok, li dijî talana xwezayê û gemariya derdorê ketin tevgerê. Li ser pêşniyara Ekolojîst Bahattîn Demîr, 7 zarokên di nava 6 û 12 salî de Koma Zarokan a Zortul ava kirin û dest bi seferberiya paqijkirina hemû kendavên navçeyê kirin. Zarok rojeke nava hefteyê de hemû kendavên bajar paqij dikin û di nava platformeke li dijî texrîbatên xwezayê de jî cih digirin. Zarokan, diyar kirin ku ew bi hişmendiya xweza pêşeroja zarokane ketine re û wiha gotin: “Em ekolojîstan rexne dikin. Dikarin hîn zêdetir bi bandor bibin.”
‘GER MEZIN NEKIN EMÊ BIKIN'
Nûnerê Koma Zarokan a Zortul Zeynep Demîr a 12 salî, diyar kir ku mirovên mezin li dijî gemariya derdor bêhestiyar nêz dibin û wiha axivî: “Êdî zarok divan nexweşiyan de mezin dibin. Mezin xwezayê bi awayekê bêzanebûn qirêj dikin. Gava em paqijiyê dikin, em tim mezinan şiyar dikin. Êdî em dixwazin bikevin deryayê. Mezin ji bo me pêşerojeke xweşik nahêlin. Mirovên mezin derdorê qirêj dikin. Kolanên me hemû bi zibalan tijene. Ez me xemgîn dike.”
‘TIŞTÊN MEZIN NAKIN EM DIKIN’
Demîr, da zanîn ku di saya apê xwe Bahattîn Demîr de Koma Zarokan a Zortul avakirin û wiha got: “Di mehên havînê de em derdorên behr û sûlavên Wanê paqij dikin. Karê divê mezin bikin, em dikin. Êdî em dixwazin koylarên xwe paqij bibînin. Mezin ji bo me nabin mînak. Ji xwe niha hikûmet di şewitîne, wêran dike û derdor gemarî dike. Em dixwazin êdî vê rewşê bibînin. Ji bo em vê yekê nîşanî wan bidin, em ketin nava tevgerê.”
‘EM GUNDAN JÎ PAQIJ DIKIN’
Ekolojîst Bahattîn Demîr ê 40 jî, diyar kir ku ji bo zarok li hev kom bibin ew bû alîkar û wiha axivî: “Herî zêde zarok ji texrîbata û gemariya xwezayê bi bandor dibin. Bi dildarî koylarên derdora Îzmîrê paqij dikim. Di dawaya hefteyê de bi zarokan re weke ku em diçin zeyranê, derdor paqij dikin. Ne tenê li Bodrumê, li Egeyê û Wanê jî em koylaran paqij dikin. Hikûmet dibinavê sermaye de xwezayê qirêj dike. Em dixwazin vê mîna paqijiyê nîşanî hemû kesê bikin. Dayîk û bav zarokên xwe hişyar dikin, ji bo zibalê ne avêjin erdê. Ji xwe di roja me ya îro de derdora em bi felaketê re rû bi rû ye. Hikûmet ji bo sermayeya xwe dixwaze hemû xwezayê ji dest me derxîne û pêşkêş dike. Li dijî vê yekê divê em bi zarokan re têbikoşin.”
MA / Ruken Demîr