ÎZMÎR – Dayîka Aştiyê Mevlude Başdaş a 60 salî ku 2 salin girtî ye, tevî nexweşîna şekir û ji sedî 86 astengdar e nayê berdan.
Dayîka Aştiyê Mevlude Başdaş a 60 salî ku li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê tê girtîn, di 1’ê Cotmeha 2015’an de ji bo şerê di navbera leşker û HPG’iyan a li Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi dawî bibe, beşdarî çalakiya mertalên zindî bûbû. Dadgehê bi hinceta Başdaş beşdarî çalakiyê bû 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.
JI SEDÎ 86 ASTENGDARE
Başdaş, ji sedî 86 astengdare û ji ber 3 demarên dilê wê xitime, du caran hatiye emeliyat kirin. Di heman demê de nexweşiyên şekir, gurçikê, fitiqa piştî û bêhntengitê bi Başdaş re hene. Ligel van hemû nexweşiyan Başdaş berdan û nêzî 4 mehane di girtîgehê de. Hevalên Başdaş pêdiviyên wê tînin cih. Başdaş ku di nava 4 mehan de 2 caran krîz derbas kir, bi heman krîzan re rû bi rû ye. Başdaş li girtîgehê nayê dermankirin û dermanên wê di wextê xwe de nayên dayîn. Malbat û parêzaran ji bo berdana Başdaş serlêdan kirin, lê heya niha tu bersiv ji bo wan nehatiye dayîn.
‘JI BER ÎŞKENCEYA POLÎSAN NEXWEŞ KET’
Keça Başdaş, Bêrîvan Başdaş, diyar kir ku dayîka wê ji bo aştiyê dikarîbû canê xwe bide. Başdaş ku eslê xwe ji Amedê ye, li navçeya Dêrîka Mêrdînê bi 7 zarokên xwe re tevahiya emrê xwe di têkoşîna aştiyê de derbas dike. Başdaş di salên 90’î de tim tê binçavkirin û rastî îşkenceyên cuda tê. Berîvan Başdaş, anî ziman ku piştî îşkenceyên salên 90’î nexweşiyên dayîka wê derdikevin holê û wiha got: “Pir îşkence û tundî li dayîka min kirin. Piştî qûntax li stûyê dayîka min xistin êdî pirsgirêkên tenduristiya wê ne qediyan.”
'REWŞA WÊ GIRANTIR DIBE’
Başdaş, da zanîn ku têkildarî tenduristiya dayîka xwe bi fikarin û wiha got bilêv kir: “Dayîka min berê ji çavên xwe emeliyat bû. Gava em çûn hevdîtina wê, rewşa wê em matmayî kirin. Dayîka min encex bi alîkariya du kesan dikar raba ser xwe. Her ku diçe rewşa wê xerabtir dibe. Dayîka min li girtîgehê nayê dermankirin. Ne mimkûne ku li wir bê dermankirin. Dayîka min bi mirinê re rû bi rû ye.”
'DIVÊ TIM DERMANÊN XWE VEXWE'
Başdaş, destnîşan kir ku dayîka wê bi tirkî nizane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayîka min tim rastî heqaretên gardiyenan tê. Zextê li girtiyên din jî dikin. Divê di demê xwe de dermanên dayîka min bidinê. Lê ji ber ku di saeta xwe de nadinê, rewşa wê xerabtir dibe. Ji ber vê yekê divê demildest dayîka min bê berdan.”
MA / Ayşe Surme - Ruken Demîr