NAVENDA NUÇEYAN - Di civîna 8'emîn a Astanaya de biryara "Herêma bêpevçûn" a ji bo Îdlîbê hat dayîn. Lê li şûna vê yekê El Nusra û komên radîkal bi Tirkiyeyê re ketine nava planeke ku Efrînê dorpêç bikin. Ev plana Tirkiyeyê rastî bertekên rejim û Rûsyayê hatin. Rûsya li Îdlîbê ji bo kozên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê bi dawî bike, li dijî êrîşên Efrînê bê denge.
Gefên Tirkiye yên li dijî Efrînê roj bi doj zêdetir dibin. Li aliyê din rejîm û Rûsa dixwazin Tirkiye ji Efrînê derkeve. Bi taybet piştî daxuyaniya Rûsyayê ya derbarê rûxandina balafirên Rejîma Sûriyê ya li herêma Îdlîbê ku got: “Diyare ku komên çete hêz û piştgiriya xwe ya leşkerî ji dewletên ku ketine Sûriyê girtine.” Bi vê daxuyaniyê derdikeve holê ku di navbêra aliyan de nakokî hene. Ji ber piştî piştgiriya Tirkiye ya ji bo DAIŞ û Cebhet El Nûsra , ev çete bûn bela serê Tirkiyeyê û ji ber vê destekdayînî, têkiliya Tirkiyeyê ya bi DYA re xirab û aloztir bû. Niha jî bi vê êrîşa li ser Himêmiyê nakokî û alozî di navbêra Tirkiye û Rûsyayê de derketin holê.
CEBHET EL NÛSRA BI REJÎMÊ RE KETIYE ALOZIYÊ
Di şerê bi Rejîma Sûriyeyê re li eniyên gundewarên Hema û Îdlîbê, Heyat Tahrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) li herêma Îdlibê rewşeke aloz dijî. Bi taybetî piştî ku komên çete yên mîna Hereket Ehrar El Şam, vekişîna Cebhet El Nûsra ya ji eniyên şer tewanbar kir û şûn de ji ber komên şer seferberî îlan kir. Ji ber vê yekê niha Cebhet El Nûsra li ser du xalan dixwaze deskeftiyên xwe biparêze. Xala yekemîn ji bo ku bihêle gel li Îdlîbê bimîne û rê li ber revandina wan bigire, ji bo vê jî gelek propagandayên mîna “Welatiyên ku ber bi heremên kurdan, an jî heremên Rejîmê ve birevin tên binçavkirin” belav dike û bi riya vê tirsî, dixwazin reva gel rawestîn in. Xala duyemîn jî, hewl dide ku eşîrên li herema Îdlîbê birêxistin bikin û di şerê li dijî Rejîmê de wan bikar bînin. Vê yekê hişt ku hin eşîran bi taybetî jî yên mîna El Mûwalî berê xwe dan şerê li dijî Rejîma Sûriyeyê. Lê ligel vê yekê eşîrên heremê li dijî “Reva Cebhet El Nûsra” ya ji eniyên şer, daxuyaniyekî tawanbarkirinê weşand.
DEWLETA TIRK HEWL DIDE KOMÊN KURD LI ŞEHBA AVA BIKE
Hewldanên dewleta Tirk ên bi rêxistinên eşîrên kurd ên li heremên Şehba re li dijî dagirkirina Tevgera Azadiyê berdewam dikin. Herî dawî îstîxbarata Tirk ferman da hin kesayetên ku destên wan di xwîna kurdan de heyîn ku bi taybetî li gundên weke Hisacik, Hasîn û Til Mediq, ji bo komekî çekdar a kurdî ava bikin. Bi avakirina vê komê Tirkiye hewl dede alternatîfek li dijî hêzên YPG û Ceyş El Siwar ên di nava QSD’ê de yên li herêma Şehbayê ava bike. Li aliyê din jî, ji bo plana xwe ya avakirina koma ji kurdan pêk tê bixe dewrê û bi ser bikeve, gelek gefan li kurdên herêma Şehba ya dagir kirî û bi taybetî welatiyên gundê Qibêsînê dixwe. Û bi hinceta çekan dibin Minbic û Efrînê gelek ciwanên kurdan binçav dike û di bin çavan de jî, zextê li wan dike ku tevlî koma ava bike, bibin.
DEWLETA TIRK RÊBAZA XWE YA ŞER GUHERT
Tirkiye, rûxmê ku li heremên Ezaz, Cerablûs û Babê damezrandina El Ceyş El Wetanî (Artêşa Niştîmanî) avakiriye jî, lê dîsan naxwaze zû bi zû li wan herêman şerê hêzên Tevgera Azadiyê bike. Ji ber ku dewleta tirk van herêman mîna perçeyekê xwe dibîne û hewl dide weke heremên sivîl bide nîşandan. Ji ber vê yekê dewleta tirk rêbazê şerê xwe yê li dijî hêzên Tevgera Azadiyê guhertiye û bêhtir giranî dide çalakiyên îstîxbaratî û suîqastî. Bi taybetî vê yekê li bajarê Minbic û Kontona Efrînê dike. Pê re jî siyaseta ji dûr ve topbarankirinê dide meşandin.
TEVGERA MERTALA FIRATÊ YÊN LI SER ÇEMÊ FIRATÊ
Çeteyên Mertala Firatê yên li bajarê Cerablûsê liv û tevgerên xwe li ser Çemê Firatê ya li hember gundên Zormexar, Eto, Şêxler, Boraz û Girê Ebr ên Kantona Kobanê zêde dike. Di 29'ê Kanûna 2017’an de dema Odeya Ewlahiya Çeteyên Mertala Firatê ye Cerablûsê daxuyanî da û hişyarî da hemû gelê herêma Cerablûsê ku di navbera saetên 5’ê êvarê û heya 06.00'ê serê sibehê kes nêzî Çemê Firatê nebin. Armanca çeteyan ji vê ew e bû ku bi dizî bikin noqteyên hêzên YPG’ê yên li gundên Kobanê û şervanan birevîn in. Tê gotin ku çeteyên Mertalê Firatê agahiyên xwe ji hin gundiyên El Qûbê digirin, ji ber ku piraniya van gundiyan çeteyên Mertalê Firatê ne û karê ajantiyê dikin. Yanî mîna şaneyên razayî yên di herêma rojavayê Kobanê de ne.
Bi vê mijarî ve girêdayî, dewleta tirk di ser sînorê ji Girê Spî, Serêkaniyê heta Endîwerê dest bi danîna kamerayên Dron û mobese yên pêşketî ku heta hûndirê seyarên di ser riya giştî de diçûn û tên dibîne, datîne. Hat gotin ku leşkerên dewleta tirk li gundê Ebû Son a Serêkaniyê li ser sînor kamerayekî MOBESE ya pêşketî, riya giştî ya navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê ku pir nêzî dîwarê sînor re derbas dibe, bi van kamerayan hundirê seyareyan dişopîn e. Hat diyarkirin ku dibe di demên pêş de li herêmê Girê Spî û Cizîrê li dijî rêveberiyên Federaliyê suîqastan pêş bixin.
Dîsa li gorî agahiyan, di encama lihevkirina Serokê Rêveberiya Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û dewleta tirk de, li nêzî Endîwerê ku dikeve sêgoşeya bakur, başur û rojavayê Kurdistanê, “Herema ewlekariyê” ya bê mirov ava bikin. Ev herêma ku amadekariyên wê hatine destpêkirin, dê nehêlin tu kes di wê heremî de bimîne yan jî here û were. Ev amadekarî , bi taybetî li dijî çûn û hatina hêzên Tevgera Azdiyê tê ava kirin.
MA / Erdogan Altan