*282 cenazayên YPS, YPS JIN û HPG’iyan ku di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li gorîstanên bêkesan hatibûn definkirin. Piştî demek dirêj ji bo teşhîsê mînaka xwînê ya 28 cenazeyan ji malbatên wan hatin gitin. Lê ligel ku 28 cenaze hatin tehişkirin jî nadin malbatên wan.
* Serokê Şaxa DÎSK'a Mêrsînê Kemal Goksoy bal kişand ser rapora ÎSÎG'ê û aşkera kir ku di sala 2017'an de 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest daye û ev tişt got: "Sedema vê yek jî OHAL e, divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên ku jiyana karkeran tune dihesibîne berde.
* Rojnameger û nivîskar Musa Ozugurlu, bal kişand ser geşedanên di navbera Tirkiye û Efrînê de û diyar kir ku ya gefan li Tirkiye dixwe ne Efrîne El Nusra ye. Ozugurlu xwest Tirkiye rastiya kurdên Sûriye nas bike.
*Di Astanaya 8'emîn de li şûna peywira "Herêma bêpevçûn" a ji bo Îdlîbê hat dayîn, El Nusra û komên radîkal bi Tirkiyeyê re ketine nava planeke ku Efrînê dorpêç bikin. Ev plana Tirkiyeyê rastî bertekên rejim û Rûsyayê hatin. Rûsya li Îdlîbê ji bo kozên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê bi dawî bike, li dijî êrîşên Efrînê bê denge.
*Selman Ozkan ê bav û 3 birayên wî bi salane girtî, derbarê hevdîtina herî dawî ya bi wan re kir de axivî û wiha got: “Bav û birayên min gotin ‘Ew ji kefen razîne, lê tu carî tilim li xwe nekin.’” Şafî Hayme yê 4 zarokên wî girtî jî, diyar kir ku divê li dijî vê bêhiqûqiyê kes bêdeng nemîn in.
*Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat, diyar kir ku baweriya hikûmetê bi artêşa wê nayê, ji ber vê yekê bi KHK’an ji bo sîvîlên bi çek zirxê darizandinê anî û wiha got: “Hêzên paramîlîter, dixwazin pirsgirêkên takekesî yên nava civakê vediguherîn in sûc û dibin navê KHK’an de jî van sûcan pêk bînin.”
*Dayîka Aştiyê Mevlude Başdaş, di serdegirtinên malan ên salên 90'î de ji ber darbeya qûndaxa lêşkaran li bedena wê xistin, piştî krîzên derbas kir têrkoşîna wê ya li dijî nexweşiyê dest pêkir. Baştaş a bi nexweşîna şekir û ji sedî 86 astengdar, nayê berdan.
*Jinên Çukurovayê, diyar kirin ku dê muhra xwe li 3’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’ê bidin û wiha gotin: “Em ê bi xurmexurm biçin kongreyê.”
*Jinan, diyar kir ku ne cara yekemîne Wezareta Karê Diyanetê bi daxuyaniyên xwe îstîmara zarokan teşwîq dike û wiha gotin: “Li holê sûc heye, divê bê ceza nemîne.”
*Li Tarsûsê, koçber û karkerên demsalî yên ji neçarî di konan de dimîn in, ji ber barîna zêde konên wan zirar dîtin. Konên welatiyan dinava heriyê de man, lê kes dengê wan nabihîse û welatî ji rayedaran bi qazinçin.
*Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP’î, diyar kir ku betalkirina wekîltiya Leyla Zana mijarek dîrokiye û wiha axivî: “Biryara ji bo Zana hat dayîn, tê wateya ku siyaseta AKP’ê îflas kiriye û rûpoşa demokratîkbûyîna AKP’ê ket xarê.
*Li Bodrumê Koma Zarokan Zortul a 7 zarokan ava kir, li dijî gemariya heyî kolyariyan paqij dikin û têkoşîna ekolojiyê didin.
* Li Êlihê, 2’yemîn danişîna doza îstîsmara zayendî ya zarokan ku bi pergalî hat kirin, dê di 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran Êlihê bê dîtin. (09.30)
* Li Îzmîrê, doza 24 kesên encamên referandumê yên 16’ê Nîsanê şermezar kirin, dê li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Aslî bê dîtin. (10.00)
*Li Sakaryayê, 2’yemîn danişîna Emanî Al-Rahmun ku bi zaroka xwe re hat kuştin, dê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakaryayê bê dîtin. Meclîsên Jinan dê berê dozê, li ber edliyê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09.30-10.00)
* Dê 1’emîn danişîna doza xebatkarên rojnameya Cumhuriyet û Evrenselê, rojnameger Can Dundar û Fatîh Polat li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtinn. (09.50)
* Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê ya Enqerê dê di roja 433’an de berdewam bike. (13.30-18.30)