ÊLIH - Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku welat di dema xwe ya herî zêde ji demokrasiyê dûrketî de ye, profesorê makeqanûnê Îbrahîm Kaboglu jî aşkera kir ku welat ne di serdema makeqanûn, hiqûq û demokrasiyê de ye û ev tişt got: "Hêz niha di destê desthilatdariyê de ye, lê hêza heq di destê me de ye."
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê, li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî a Baroya Êlihê de, bi mijara "Pêkanînên OHAL'ê, pirsgirêkên makeqanûnê yên KHK'ê û pêşeroja civaka sivîl a di dema OHAL'ê de" panelek li darxist. Moderatoriya panelê Serokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Mehmet Bagatir kir, profesorê makeqanûnê Îbrahîm Kaboglu, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Berdevkê Platforma Edalet û Maf ê bi KHK'ê hat îxrackirin Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu wekî axaftvan beşdarî bûn.
Di panelê de pankarta "Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin" hat daliqandin, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û berdevkên komeleyan jî di nav de gelek kes tev li bûn.
'EV SERDEMA HERÎ XIRAB E'
Di panelê de destpêkê Ozturk Turkdogan axivî, der barê pinpêkirinên mafan ên serdema OHAL'ê de hin nirxandin kirin, aşkera kir ku di warê mafên mirovan de serdema herî xirab tê jiyîn. Turkdogan, destnîşan kir ku gelek dewletên netewe guherî ne, lê Tirkiye neguheriye, her çendî ev guhertin ji bo gelan be jî, dîsa jî neguheriye. Turkdogan, aşkera kir ku di vê serdemê de çete derketine holê, dê ev pêkanîn rojekê berê xwe bide berpirsyaran jî.
Turkdogan diyar kir ku bi OHAL'ê re hejmara kesên girtî zêde bûye, girtin û binçavkirin dewam dikin. Turkdogan got ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, dê tu meseleyên li welat çareser nebin.
'MESELE NE KAR E, RÛMET E'
Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu jî derbirî ku OHAL girêdane otomatîgê û her dem KHK tên weşandin û mînaka Îbrahîm kaboglu da û ev tişt anî ziman: "Tev li bûna tevîzyonê sûc hat hesibandin. Rewşa hiqûqî ev e. Pirsgirêka welat a esasî ji demokrasiyê dûrbûn heye. Dema hûn xwe nêzî demokrasiyê bikin, pirsgirêka ku neyê çareserkirin tune."
Gergerlîoglu da zanîn ku ji ber ew mexdûrê KHK'ê ye, bi mehan kar peyda nekiriye û wiha pê de çû: "Mesele ne dîtina kar e, mesele meseleya rûmetê ye. Bi vê bêhiqûqiyê re cinayetên jinan û karkeran zêde bûn."
'HEMÛ WELAT DI NAVA AGIR DE YE'
Profesorê makeqanûnê Îbrahîm Kaboglu jî got ku hemû welat di nava agir de ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Divê em hemwelatiya wekhev ji bo her kesî biparêzin, çawa ku em hiqûqê ji bo her kesî diparêzin. Ev biryarnameyên ku tên weşandin, ne li gorî hukmê makeqanûnê ne."
Kaboglu axaftinên xwe bi pênaseyên "Dîmenên mirovan ên li welatê min" veguherîne "Dîmenên şermê yên welatê min" û ev nirxandin kir: "Welat ne di wê dema makekanûnê, demokrasî û hiqûqê de ye. Welat rûxiya ye. Lê dîsa jî ruxmê her tiştî (zarokek rûniştî da nîşan) em ji bo çîrokan li vir in."
Kaboglu derbirî ku hêza heq di destê wan de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dibe ku hêz niha di destê desthilatdariyê de be, lê hêza heq di destê me de ye. Em bi hêz in. Zanyarî, piştgirî û rêxistinbûyîn ji bo me girîng e.