ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe şûn ve dixwazin" 432 roj e li Kolana Yukselê dewam dike, polîsan êrîş kir 5 kes binçav kirin.
Çalakvanên 432 roj li Kolana Yukselê tên gel hev û karê xwe şûn ve dixwazin, xwestin li Kolana Yukselê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin. Çalakvan ji bo daxuyaniyê bidin li Kuçeya Konurê hatin gel hev û pankarta "Greva birçîbûnê di roja 312'an de ye, bila Nuriye û Semîn şûn ve vegerin karê xwe" vekirin û xwestin li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin.
Polîsên ku bi mertalan pêşî li çalakvanan girt, nehişt daxuyanî bê dayîn. Di êrîşa polîsan de 5 kes hatin binçavkirin.