AMED - Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven dê li dijî pêkanîna cilên yek tîp çi bikin, bi malbatan re hatin gel hev û ev tişt got: "Em ê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li dijî pêkanîna cilên yek tîp li ber xwe bidin. Bi mehan bê cil geriyan û dîsa jî ev qebûl nekirin."
Hikumeta AKP'ê bi bi hemjara 696'an a Biryara Di Hukmê Qanûnî De (KHK) de cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dikin, lê bertekên li dijî vê pêkanînê zêde dibin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê divê li dijî vê pêkanînê çi bê kirin, bi malbatên girtiyan re hatin gel hev.
Civîna li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP'a Amedê de pêk hat, Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, wekîlên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û Nîmettullah Erdogmuş, Serokwekîla Hevserokê Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek û gelek saziyên sivîl beşdar bûn. Di civînê de pankarta "Em ê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li dijî yek tîpê li ber xwe bidin" hat daliqandin.
‘DIXWAZIN GIRTIYAN BÊ NASNAME BIHÊLIN’
Piştî pêşandana sînevîzyonê wekîla HDP'ê Sîbel Yîgîtalp axaivî, diyar kir ku gelê kurd baweriya xwe ya demokrasiyê winda nekirye tê dikoşe û ev tişt got: "Heke pêşniyarên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan esas bihatana girtin, dê ew qas mirin û rûxandin pêk nehatana." Yîgîtalp pêkanîna cilên yek tîp jî bi bîr xist û wiha got: "Bi vê pêkanînê dixwazin girtiyan bê nasmane bihêlin. Rûxandin û texrîbatê li ser girtîgehan ferz nekin."
'EM Ê BI RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ LI BER XWE BIDIN’
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven jî destnîşan kir ku piştî ew qas merhele derbas bûn, dê vîna gelê kurd neyê şikandin û ev tişt anî ziman: "Dê nikaribin çongê bi girtiyan bidin şikandin. Ruhê 14'ê Tîrmehê bi mehan li ber xwe da û cilên yek tîp li xwe nekrin û em ê jî bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidin. Bi tu awayî kurdan bi FTEO'yê re tev li hev nekin, kurd bi tu awayî teslîm nabin. Kurdan her cure berdêl daye û vîna xwe teslîm nekiriye. Girtîgeh vê berxwedanê ji ku digire, ji Birêz Ocalan digire. Birêz Ocalan 18 sal e bi tena serê li Gireva Îmraliyê di berxwedanê de ye. Dê jinê kurd li her derî çawa li ber xwe dan, dê li dijî pêkanîna cilên yek tîp jî li ber xwe bidin."
Wekîlê HDP'e Nîmettullah Erdogmuş da zanîn ku yên li derve wekî mînak in û ev nirxandin kir: "Em wekî HDP'ê di serî de li dijî cilên yek tîp, em li dijî hemû pêkanînên xirab in. Ji Guantanamoyê mînakan didin. Guantanamo zilma Amerîkayê ye. Ev pêkanîna cilên yek tîp, tenê li ser kesên li hundur ferz nakin. Li ser kesên li derve jî ferz dikin."