STENBOL /ENQERE - Di çarçoveya kongreyan de HDP'ê li Enqere û Stenbolê kongre li dar xist. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca diyar kir ku ew natirsin, ew ê berxwedanê wekî bingeha têkoşînê bigirin dest û wiha got: "Em wekî jin em ê HDP'ê hêj bi pêş ve bibin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berî 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî, li Stenbol û Enqereyê konferans pêk anîn. Konferansa Jinên Herêma Marmarayê ya li Otela Hîll a Taksîmê pêk hat û pankarta "Dê wiha neçe, jin destûrê nadinê" hat daliqandin. Di konferansê de Serokwekîla HDP'ê Pervîn Buldan, Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca, endamên Meclisa HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn.
Konca diyar kir ku faşîzma ku ew îro pêre rû bi rû dimînin, di dîrokê de careke din nehatiye dîtin û ev tişt got: "Di dîroka cîhanê de jî faşîzim bi desthilatdariyê xwe li ser mirovan ferz dike. Em wekî jin em ê li dijî vê faşîzmê tê bikoşin. Tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê her dem hebûn, têkoşîna tevgera jina kurd li mal, kuçe û her derî mezin bû. Em azadiyeke ku azadiya jinê esas digire û bi vê civak azad dibe ji bo xwe rast dibînin. Em wekî Meclisa Jinan a HDP'ê, çareseriya felsefî diafirînin, armanca me demokrasiya ku her kesî digire nava xwe derxin pêş. Berpirsyariyên me hene."
‘GOTINÊ ME LI DÎWARÊN FAŞÎZMÊ KETIN’
Konca da zanîn ku di vê pêvajoyê de wan zehmetî kişandine û divê piştperdeya van zehmetiyan bê fêmkirin û wiha axivî: "Siyaseta mêrane ya serdest, bi hekariya Bahçelî-Erdogan ket serdemeke nû. Em heta niha daxwazên xwe ragihandin, di warê kedê, warê civakî û di her warî de me nêrînên xwe parve kirin. Ji bo mudaxaleyê qadên jinan ên xweser nekin, me gotina xwe ragihand. Gotina me li dîwarê faşîzmê ket û vegeriya, lê em bi êrîşan re rû bi rû man." Konca bal kişand ser karkerê bi navê Sitki Aydin ê li ber meclisê xwe şewitand jî û aşkera kir ku daxuyaniyên partiya muxalîf a der barê desthilatdariyê de jî wekî rûreşî pênase kir.
‘DÊ JIN HDP'Ê BI PÊŞ BIXIN’
Konca destnîşan kir ku jin şideta aborî û siyasî di lêpirsînê re derbas dikin û wiha pê de çû: "Têkoşîna me ya îro, ji bo jinên ku canê xwe danîne holê bersivek e, dê rêxistinbûnê mezin bike. Em natirsin, li ber xwe didin û ev bingeha têkoşîna îro ye. Em ê vê bigihînin kuçe, 8'ê Adarê û Newrozê. Dê HDP aştiyê bîne. Partiya me ya ku jin pêşengiyê bikin, di wê wastê de ye ku her cure nîqaşê derbas bike. Em wekî jin em ê HDP'ê bi pêş ve bibin."
Piştî axaftina Konca, peyamên Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di konferansê de hat xwendin.
ENQERE
Konferansa li Enqereyê li Navenda Giştî ya Tum Bel-Senê hat lidarxistin, gelek jinên endamên Meclisa HDP'ê, Wekîla HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî tev li bûn. Di salona konferansê de pankarta "Em ji faşîzmê re dibêjin raweste bi rêxistinkirinê diçin azadiyê" hat daliqandin.
Taşdemîr bal kişand ser êrîşên faşîzan û dê li dijî van êrîşan rêyeke çawa hilbijêrin wiha vegot: "Dê HDP dîsa çawa bibe partiyeke jinan, divê rê û rêbazên wê bên nîqaşkirin."
DU SAL E ÊRÎŞÊN CIDÎ HENE
Taşdemîr, diyar kir ku wan bi salan li dijî hişmendiya yek rengî, zayendperestî û nijadperestiyê têkoşîn daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo pêşketina vê têkoşînê keda bi hezaran jinî heye. Bi taybetî ez ji jinên li girtîgehê, kuçeyan, di fabrîqeyan de dixebitin re silavên xwe dişînim. Em wekî partî du sal e em bi êrîşên cidî re rû bi rû ne. Armanca van êrîşan ew e me ji polîtîkayê dûr bixin. Jin û beşên sosyalîst ên ku li dijî van êrîşan paşve gav neavîtin û bi taybetî jinên berxwedêr, di bin êrîşên dijwar de ne. Hevşaredarên me hatin girtin, em dizanin ku bi van êrîşan dixwazin dîktatoriya AKP'ê ava bikin."
TÊKOŞÎNA JINÊ HÊZEKE XURT DERDIXE HOLÊ
Taşdemîr anî ziman ku di şexsê Ekîn Wan de bedena jinê teşhîr kirin û ev nirxandin kir: "Li dijî têkoşîna jinê êrîşên cidî hene. Her roja ku diçe polîtîkaya dijberê jinê zêde dibe. Ji qanûnên tecawizê bigirin, heta qanûna muftiyan û komîsyonên ji hev du veqetandinê, AKP dixwaze dujehê ava bike. Ji ber ku ji têkoşîna jinê gelekî ditirsin, bi çav sorî êrîş dikin. Lê dîsa jî têkoşîna jinê bi pêş dikeve. Tu kesî texmîn nedikir ku jin dê derkevin kuçeyan, lê di 25'e Mijdarê û 8'ê Adarê de jinan qad tije kirin. Berxwedan û têkoşîna jinê bandoreke xurt li civakê dike. Vê têkoşînê bandorek xurt li ser HDP'ê jî kir."