NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku fuzeyek li noqteya leşkeran a li ser sînorê Çelê û Başûrê Kurdistanê ketiye û leşkerekî jiyana xwe ji dest da, 3 leşker birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku fuzeyek li noqteya leşkerî ya li ser girê di navbera sînorê navçeya Çelêya Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê ketiye, parçeyên şarapnelê li stûyê leşkerekî ket û bi giranî birîndar kir. Li gorî agahiyan fuze gerîlayên HPG'ê avîtine û çekeke çawa ye hêj nehatiye tespîtkirin. Li gotî agahiyan leşkerê birîndar navê wî Bulent Alp e û ew bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Lê ruxmê hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.
Hat gotin ku di êrîşa HPG'iyan de 3 leşker jî birîndar bûne.