STENBOL - Li ber Balyozxaneya Îngîltereyê ya li Tepebaşiya Beyogluyê şer deket û kesek kuştin.
Li ber Balyozxaneya Îngîltereyê ya li Tepebaşiya Beyogluya Stenbolê şerê çekdarî rû da. Şerê li ser peyarêya li ber balyozxaneyê qewimî, di demeke kin de veguherî şerê çekdarî. Rahîm Kartal ê bi maşîneya plaqeya wê 34 TJF 59 li ser Kolana Saydamê re derbas dibû, bû armanca guleyan, guleyek jî li otubûsa şaredariyê ket. Kartalê ajokarê texsiyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Der barê bûyerê de lêpirsîn dest pê kirin.