DÊRSIM - Dicle Bozan a lingekî wê jê kirine û roviyên wê li derve di girtîgehê de têkoşîna jiyanê dide, her ku diçe rewşa wê xirab dibe. Bozan got ku tenê kêlek avêtine birîna wê û roviyê wê li derve ne û wiha axivî: "Heke ez emelyat nebim dê di laşê min de xesarên mezin derkevin holê."
Di Nîsana 2017'an de li Dêrsimê şer derket û di şer de Dîcle Bozana HPG'î bi giranî birîndar bû û piştre hat girtin. Lingê Bozan ê rastê hat jêkirin û roviyên wê li derve di şertên giran ên girtîgehê de têkoşîna jiyanê dide. Bozan piştî 8 mehan li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtî ma, mehek berê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê kir û di hucreyeke yek kesî de tê girtin.
Ji ber ku Bozan ji Kobanê ye, parêzer nikarin miwekîliya wê jî mikin, tenê li ser navê baroyê her parêzer 3 caran dikarin hevdîtinê pêre bikin. Berî ku Bozan sewqa wê pêk bê, ji parêzerên Baroya Dêrsimê re nameyek şand, der barê tenduristiya xwe de agahî da û aşkera kir ku ew bi tena serê xwe nikare jiyana xwe îdame bike.
Nameya Bozan wiha ye:
"Ez wekî girtiyeke nexweş hemû mafên min ên tenduristiyê ji destên min hatin girtin. Roviyên min li derve ne û ez bi vî şeklî têkoşîna jiyanê didim. Ji bo ez biçim nexweşxaneyê gelek caran min ji Girtîgeha Xarpêtê re daxwazname şand, lê tu bersiv nedan. Ji ber ku hemû daxwazên min bê bersiv man, ez neçarî ketim greva birçîbûnê. Ruxmê vê jî ez dîsa nebirim nexweşxaneyê. Di van şertên biryar dan ku ez emelyat bibim. Dîroka ku dane dem bi ser re derbas bû lê hêj ez emelyat nebûme. Rewşa tenduristiya min xirab bû. Bi yek kêlê roviyên min li derve ne. Heke ez emelyat nebim, dê di laşê min de xesarên cidî derkevin.
EZ BI TENA SERÊ XWE NIKARIM BIMÎNIM
Vê mehê ez şad bûm ku dê emelyat pêk bê, gotin ku dê min bişînin girtîgeheke din. Ez ê bi tena serê xwe bimînim. Ez nikarim bi tena serê xwe bimînim û tu karê xwe bi tena serê xwe bikim. Pirsgirêka min a dil jî heye. Ji ber pirsgirêka dil hişê min diçe. Di dema krîzê de 4 heval bi zorê min digirin. Hatina ser hişê xwe saetekê dem digire. Ji ber van hemû nexweşiyan ez nikarim bi tena serê xwe bimînim. Divê raya giştî der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de serwext tev bigerin."
‘DIVÊ BI TENA SERÊ XWE NEMÎNE'
Berna Çelebî ya bi Bozan re di heman koxûşê de bû û di 9'ê Mijdara 2017'an de ji girtîgehê derket, der barê rewşa Bozan de ev agahî dan: "Ji ber ku piyên wê tune bûn nikaribû bi rihetî bimeşe. Pêwîstiyên xwe yên tekakesî bi zehmetî tanî cih. Bi alîkariya me têkoşîna jiyanê dida. Ji ber ku roviyên wê li derve bûn hemû pêwîstiyên wê me pêşwazî dikir. Ji ber ku bi tirkî jî nizane, dikare daxwazên xwe jî bîne ziman. Dîsa li ser hişê xwe diçe, ji ber vê gelekî tengasiyan dikişîne. Divê teqes bi tena serê xwe nesekine. Niha di hucreyeke yek kesî de dimîne. Em ji ber tenduristiya wê gelekî bi fikar in. Divê her kes di vî warî de serwext be."