SÊRT - Ramazan Ateş ê li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer dikir û jiyana xwe ji dest da, Dozgeriya Sêrtê bi îdiaya "Cenaze ne aydê Ateş e" ji gorê derxist. Malbat ji ber vê bûyerê matmayî ma, 3 roj e li cenazeyê kurê xwe digere.
Şervanê YPG'ê Ramazan Ateş (Rizgar Şîrvan) li Federasyona Bakurê Sûriyeyê dema li dijî DAIŞ'ê şer dikir, di 14'ê Tebaxa 2014'an de di şer de jiyana xwe ji dest da. Lê Serdozgerê Komarê yê Sêrtê di 11'ê Çileyê de bi îdiaya cenaze ne aydê Ateş e, gora Ateş vekirin û ji bo testa DNA'yê cenaze ji gorê derxistin. Kekê Ateş Mehmet Alî Ateş, aşkera kir ku cenazeyê birayê wî ji gorê derxistine, 3 roj e der barê cenazeyê birayê xwe de tu agahiyan negirte.
‘3 ROJ E LI CENAZE DIGERE'
Ateş destnîşan kir ku ew 3 roj li cenazeyê birayê xwe digere û ev tişt got: "Me cenazeyê birayê xwe di sala 2014'an de ji Deriyê Sînor ê Xabûrê girt. Destpêkê me bir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê û ji wir jî me bir Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Piştî otopsiyê me cenaze li Taxa Yenî Mahalleyê ya Misircê ya Sêrtê defin kir."
‘GOTIN CENAZE NE AYDÊ WE YE’
Ateş diyar kir ku 4 sal e birayê wî jiyana xwe ji dest daye, bi fermana Dozgerê Sêrtê cenazeyê birayê wî revandine û wiha pê de çû: "Niha dibêjin ku ev 'Cenaze ne aydê we ye.' Ev wekî hincet dan nîşan û dozgeriyê got ku em ê nimûne ji we bigirin. Me destûr da lê Dozgerê Sêrtê cenaze hemû ji gorê derxist. Gotin ku wan cenaze biriye Sêrtê. Lê li ku ye em nizanin. Cenazeyê me li wir tune."
Ateş da zanîn ku demên borî ji bi heman hincetê bi ser mala wan de girtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibêjin ku ev cenaze ne aydê Ramazan Ateş e. Me got ev cenazê me ye. Lê ruxmê vê jî Dozgerê Sêrtê gor vekir û ka aydê me ye an na, dê lêkolînê bikin."
‘EV FAŞÎZIM E’
Ateş anî ziman ku tişta ku li dijî cenazeyan pêk tê nayê qebûl kirin û ev wekî faşîzmê pênase kir. Ateş diyar kir ku ew aqûbeta cenazeyên xwe bipirsin, ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê dan.
MA / Sonya Bayik