STENBOL - Li noqteya polîsan a Tunela Avrasyayê polîsan gule li maşîneyekê reşand, di bûyerê de kesek mir û 2 kes birîndar bûn.
Li noqteya polîsan a ketina Uskudar-Yenîkapiyê ya Tunela Avrasyayê de, polîsan gule li maşîneyekê reşand û xwest maşîneya ku 4 kes tê de ne rawestîne. Li gorî îdiayan kesên di maşîneyê de nexwestine rawestin, polîsan destpêkê gule berdaye hewa, piştre gule berdane tekên maşîneyê. Di êrîşa polîsan de Mehmet Ç., Ohan B., Volkan T. birîndar bûn û Elvan T. beyî ku tiştek pê were ji maşîneyê derket. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Volkan T. ê bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşa ya Zanîngeha Stenbolê jiyana xwe ji dest da.
Beşa rê ya Tunela Avrasyayê ku diçe Enqereyê ji trafîkê re girtin, der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.