Çîroka berxwedana Mamakê

  • jin
  • 09:23 14 Çile 2018
  • |
img

ENQERE – Yek ji girtiyên Girtîgeha Mamakê ya di serdema 12'ê Îlonê de li dijî pergala "Cilên Yek Tîpî" di ber xwe da Sema Yîgît, diyar kir ku çawa wê demê girtiyan li ber xwe dan, dê îro jî li ber xwe bidin. Yîgît xwest ji hêza xwe bawer bibin. 

Bertek û nerazîbûnên li dijî pergala "Cilên Yek Tîpî" zêde dibin. Girtiyên serdema darbeya 12'ê Îlonê li dijî zextên li ser girtiyan û ferzkirina cilên yek tîpî di ber xwe dan, diyar kirin ku wan çawa wê demê di ber xwe dan dê niha jî di ber xwe bidin. Yek ji girtiyên di serdema 12'e Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê di ber xwe da Sema Yîgît qala berxwedana wê demê kir. Yîgît, dema li Zanîngeha Hacettepe perwerdehiya îktîsadê didît, ji ber xebatên polîtîk di sala 1982'an de hat girtin. Cezayê muebbetê lê hat birîn. 5 sal û nîvan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê hat girtin. 3 sal û nîvan jî li Girtîgeha Çanakkale girtî ma. Bi giştî 9 salan girtî ma. Yîgît, li dijî pêkanînên girtîgehê 36 rojan ket greva birçîbûnê û di sala 1991'an de hat berdan. 
 
'HETA EMRÊ MIN HEBE EZ WÎ DENGÎ JI BÎR NAKIM' 
 
Yîgît, anî ziman ku geşedanen li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê pêk hatin hovîtî bû û wiha got: "Ew dîmen û deng qet ji bîra min naçe. Zivistanek pir dijwar bû. Hevalên me yên mêr derxistibûn derve. Li ber dîwarê hewşê rêz kiribûn. Tenê cilên binî li ser wan mabû. Destê wan li pişt wan girê dabûn û bi satilan av li wan dikirin. Ji bo germ bibin di cihê xwe de baz didan. Ava li wan dikir li ser wan qeşa digirt. Dema pê li qeşayê dikirin qeşa dişikest. Dengê wê qeşê qet ji bîra min naçe. Hêj li ber guhê min e. Heta ez sax bim ew deng qet ji bîra min naçe. Li ber çavê me pê li organa zayendî ya hevalên me kirin. Îşkenceyek wisa giran li wan dikirin nayê gotin. Leşker û bijîşkên ku dihatin li girtiyên lêdan xwarine dinerîn, digotin "mirine" û bi piyên wan digirtin û li pey xwe kaş dikirin. Dema me li hevalên xwe dinerî û me silav didan wan xwe bi mere aciz dikirin. 
 
'BI CILÊN YEK TÎPÎ KÊR GIHIŞT HESTÎ' 
 
Yîgit, bal kişand ser gotina Serokê AKP'ê Erdogan a ku pêkanînên rayedarên Alman şiband Naziyan û wiha berdewam kir: "Me pêkanînên dişibin Nazî li Mamakê dît. Mirov ji hemû tiştên xwezayî qut kirin. Pirtûk qedexe kirin. Her tişt li me qedexe kirin. Li ser vê yekê jî cilên yek tîpî li me ferz kirin. Bi pêkanînên cilên yek tîpî kêr gihişt hestî. Ji me xwestin em rûmeta xwe winda bikin. Nifrînek pir dijwar hebû. Famkirina vê yekê ne pêkan bû."  
 
'DENGÊ HERÎ XWEŞ BÛ 
 
Yigit, bal kişand ser bertekên li dijî cilên yek tîpî yên Mamakê û wiha got: "Wê demê em di qawîşê de bûn. Dengekî pir cuda hat me. Dengekî pir ji kûr dihat. Me hemûyan guhê xwe da wî dengî. Ji Bloka B dirûşme berz dikirin. Hevalên me yên mêr dirûşmeya 'Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe' berz dikirin. Ew dengê ji kûr hat li hemû blokan belav bû. Hemû kes tev li wî dengî bûn û bi hev re dirûşme berz kirin. Dengê herî xweş bû." 
 
'QAWÎŞA JINAN TU CARAN SERÎ NETEWAND' 
 
Yîgît, destnîşan kir ku wê demê jinan tu carî li dijî zilmê serî netewand û wiha got: “Me di nava xwe de niqaş kir ku em tu carî vê zilmê qebûl nekin. Me tu carî serî netewand. Me her dem li dijî zextan serî rakir. Wê demê qawîşa jinan tu carî li dijî zilmê serî netewand. 
 
'ME BI AVA QEŞA Û AVA DETERJANA CILAN SERÊ XWE DIŞUŞT' 
 
Yîgît, da zanîn ku ji ber wan li dijî pêkanînên girtîgehê her dem di ber xwe dida û serî hildidan bi tundiya dijwar re rû bir rû diman û wiha got: "Em 2 mehan di bin tecrîdê de bûn. Em hemû di hucreyan de dihatin girtin. Şev nîvê şevê em derxistin derve. Xwestin em hemû xwe tazî bikin. Me li dijî vê yekê di ber xwe da. Me daxwaza wan red kir. Ji ber vê yekê li me dan. 2 jin li derve bi dîrekê basketbolê ve girê dan. Li erdê berf hebû. Em nikaribûn biliviyana."  
 
'HÊZA JINÊ YA BERXWEDÊR DERKET HOLÊ' 
 
Yîgît, destnîşan kir ku li dijî hemû zextan vîna jinê ya berxwedêr derket holê û wiha lê zêde kir: "Vîn û hêza jinê derket holê. Berê meran bi çavên biçûk li jinan dinerî. Piştî vê berxwedanê ev nêrîn û feraseta mêr a li hemberî jinê jî hat guhertin. Agirê li Girtîgehê pêkeve dê li her derê belav bibe. Dema di serdema 12'ê Îlonê de cilên yek tîpî hat rojevê berxwedanê dest pê kir. Niha jî dê dîsa berxwedan dest pê bike. Hevalên me li girtîgehê ne bi tenê ne. Wê demê tenê li hundir berxwedan hebû. Lê niha dê hem li hundir û hem jî li derve berxwedan hebe. Li girtîgehan can û vîna me heye. Ez pir bawer dikim ku dê di ber xwe bidin û qet cilan li xwe nakin. Bi rastî jî ev cil ji bo şikandina vîn û rumeta mirovan e. Lê em her dem dibêjin vîn û rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe. Dîsa agirê li girtîgehê pêkeve dê li her derê belav bibe." 
 
'DIVÊ EM JI HÊZA XWE BAWER BIN'
 
Yîgît, herî dawî xwest her kes ji hêza xwe bawer bibe û bawer bikin ku hêz û vîna wan dê cilên yek tîp û van polîtîkayên li ser wan tên ferz kirin têk bibe. 
 
MA / Diren Yurtsever
 

Sernavên din

16/01/2018
15:02 Di çalakiya roja 434’emîn a Yukselê de 6 binçav kirin
14:58 Li dijî cilên yek tîp koordinasyon ava kirin: Divê hemû civak li dijî pêkanînê derkeve
14:39 Midurê dibistanê ji ber îstîsmarê ji kar dûr xistin
13:55 Doza Ayhan Bilgen hat dîtin
13:45 Gelê Efrînê: Em xwediyê vê axê ne, em ê li ber xwe bidin
13:40 38 karkerên sendîkayê dest bi çalakiyê kirin
13:28 Dest danîn ser nameyên girtiyên DHKP’C’î
13:16 HDP'ê: Hewldana dagirkirina Efrînê nayê qebûlkirin
12:58 Parêzerên Ocalan cara 722'an ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:56 Çîrokek Dersimê: Bêhna sorkirina gûşiyê gilgil
12:44 Îzgî: Ramanên Ocalan hêza ferbûnên mine
12:41 Rapora Freedom House: Tirkiye ket nava welatên ne azad
12:25 HDP'ê der barê 'plana çong şikandinê' de pêşniyarnameya lêkolînê da
12:21 Danişîna Demîrtaş dê li Girtîgeha Sîncanê bê dîtin
12:13 The Times: Recep Tayip Erdogan li Suriyê bi agir dilîze
11:59 12 hezar û 322 lîra ceza li peyva Kurdistan birîn
11:49 Gelê Ezaz û Marî: Em ne Rejîma Sûriyê û ne ya Tirkiyê dixwazin
11:32 'Êdî dema ji AKP’ê re bêje raweste hatiye’
11:31 Parlamenter Berberoglu kelepçeyê red kir
11:24 Di doza îstîsmara Êlihê de 2 bersûcên girtî jî hatin berdan
11:20 9 sal û 9 meh ceza li rojnamegeran birîn
10:49 Kemalbay: Gelên li Tirkiyeyê jiyanek nû heq dikin
10:26 Girtî: Em ê li ber xwe bidin, em li benda piştgiriya we ne jî
10:16 Li dijî OHAL’ê înîsiyatîfek nû tê avakirin
10:03 Polîsan Edîtorê Kovara Demokratîk Modernîte Ergul binçav kirin
10:02 Prof. Dr. Kurul: Ji bo hemwelatiyek çalak dem dema gotinê ye
09:30 Ji berbangê heta êvarê li nav zeviyan dixebitin
09:29 Bandora OHAL’ê ya li ser wêjeyê: Em bi hilberînê bersiv bidin
09:28 Jin li her qadê dikare bi ser bikeve'
09:28 Wezaretê 8 serlêdanên ji bo girtiya nexweş Demîrê red kirin
09:27 Li Girtîgeha Tarsûsê ferzkirina hejmariya leşkerî
09:27 Hiqûqnas Ozer: Wê yekîtî bandoreke erênî li Rojhilata Navîn bike
09:12 Yûrdatapan: Di tu wijdan û exlaqê de rûxandina goran tune ye
09:12 'Êrîşa li hemberî goristanan xweqedandin e'
09:11 Kamyonên 'Ruhstîn': Di 21 mehan de 39 kes kuştin
09:09 Berxwedêrê Zindana Amedê: Wê girtiyên şoreşger yek tîpiyê qebûl nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2018'AN
15/01/2018
17:56 Demîrtaş dê beşdarî danişîna doza Enqereyê bibe
17:28 Li Girtîgeha Sîlîvrî cilan nadin girtiyan
17:04 Kesê li avahiya Edliyê ji qatê 3'an, ket birîndar bû
16:44 Walîtiyê panela kincên yek tîpî ya ÎHD'ê qedexe kir
16:15 Bersûcê cînayeta jinê piştî 10 mehan hat girtin
16:12 Dadgehê serlêdana îtîraza ji bo Mehmet Altan red kir
15:47 KCD: Êrîşê li dijî Efrînê li dijî hebûna kurdan e
15:09 Li Amedê operasyona medya civakî: 18 kes hatin binçavkirin
14:56 HDP: Tev li konferansa li dijî cilên yek rengî bibin
14:26 Polîsan 4 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:07 Girtiyê nexweş ê emeliyatkirî bi ranzayê ve kelepçe kirin
13:59 Doza rojnamegerên ji doza 10'ê Cotmehê dihatin darizandin ket
13:59 Dr. Mizrakli û Dr. Koç derketin pêşberî dadger
13:52 Karkerê ku xwe şewitand di bin zextan de ye?
13:35 Di doza ‘Na hîna ne qediyaye’ de dîmen ji ewlekariyê hat xwestin
13:22 Ciwanê ji Sûriyeyê ji aliyê cîranê xwe ve hat kuştin
13:17 Ji 87 saziyên jinan li dijî OHAL’ê kampanyaya îmzeyan
12:44 HDP çiye û çawa derket holê?
12:16 Sancar: Bandora AYM’ê tune be divê mirov li ser AYM’ê fatiha bixwîne
12:04 Ji bo kongreya HDP’ê mîlyonek vexwendname hatin çapkirin
11:23 Turmen: Pêdiviya Tirkiyeyê bi HDP’ê heye
11:14 Rêveberê HDP’ê Cumalî Kaya hat binçavkirin
11:11 Rejîma Sûriyê rê li pêş derbasbûna Tirkiyê ya Minbicê vedike
10:54 ‘Desthilatdarî jiyana karkeran tune dihesibîne'
10:43 Nexweşa penceşêrê ya bertek nîşanî wezîr dabû jiyana xwe ji dest da
10:29 ‘Di kongreyê de tecrîd lanetkirin dê helwesta li dijî 'mutabaqata neteweyî' be’
10:17 Cotkar: Em li ber bankayan bûn wekî parsekan
10:12 Rojnameger Ozugurlu: Ya gefan li Tirkiye dixwe ne Efrîn El Nusra ye
09:51 Bedelê binçavkirina 29 rojan a ixbara bêbinî 4 hezar TL ye
09:50 ‘Biryara der barê Zana de îflasa AKP'ê ye'
09:29 ‘Ji kefen razîne, lê tu carî tilim li xwe nekin’
09:28 28 cenazeyên teşhîs kirin nadin malbatên wan
09:27 Irgat a HDP'î: Hikûmet bi artêşê bawer nabe
09:26 Zarok ji mezinan re dibin mînak
09:25 Kes dengê wan nabihîze
09:25 Diyanet sûc dike, divê bê cezakirin
09:24 Dayika Aştiyê ya 60 salî û ji sedî 86 astengdar nayê berdan
09:23 Jinên HDP'î: Em dê bi coş û girseyî biçin kongreyê
09:23 Rûsya ji êrîşên Tirkiyeyê re çavên xwe digire
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2018'AN
14/01/2018
17:35 'Dewlet hemû polîtîkayên OHAL'ê li dijî Îmraliyê dixe meryetê'
17:04 Bi sedan kes li dijî OHAL'ê demokrasiyê diqîrin
16:36 Kaboglu: Hêza heq di destê me de ye
16:17 Erdogan gef li gelên li Efrînê xwar
15:43 Li Kolana Yukselê 5 kes binçav kirin
15:33 ‘Em ê li dijî yek tîpê bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidin’
15:06 Bîlgen: Hêza me zêde ye û em dikarin ji 7'ê Hezîranê jî derbastir bikin
14:29 Li Tirkiyeyê dema tu karkerê înşaetê bî, jiyan zehmet e
14:08 Konferansa jinan a Stenbol û Enqereyê: Em natirsin, em ê li ber xwe bidin
12:42 Di êrîşa fuzeyê de leşkerek mir
11:50 Ji destşoyên wargeha xwendekaran herî diherike!
11:30 Girtiya nexweş bi yek kêlê roviyên wê li derve têkoşîna jiyanê dide
11:10 Li ber balyozxaneyê şer: Kesek kuştin
10:06 Malbat 3 roj e li cenaze digere
09:49 Polîsan gule li erebeyekî reşand û kesek kuşt
09:25 ‘Krîza aborî bandorek neyêyî li ser fûara pirtûkan kir’
09:24 Piştî daxwaza ji bo lîmonan kêm bû berê xwe dan mûzan
09:23 Jinên kurd: Werin em bi hev re tev bigerin
09:23 Çîroka berxwedana Mamakê
09:22 Ji ber zexîreyên ji mala xwe re kirî 6 sal ceza lê hat birîn!
09:21 Wê sibê kesên li Êlihê zarok îstismar kiribûn bên darizandin
09:20 Cinayeta Nîhat Kazanhan û 'bêcezatî'
09:20 Ji ber daxwaznameya ji Wezareta Dadê re şand ceza lê hat birîn