ŞIRNEX - Cinayeta Nîhat Kazanhanê 12 salî ku 3 sal berê dema li ber deriyê malê dilîst bi guleya polîsan mir, ji roja ewil ve ji aliyê siyasiyan, saziyên dewletê, polîs û medyaya hewzê ve bi awayekî kolektîf hat xwestin ku ser wê bê nixumandin û bê ceza bê hiştin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 14'ê Çileya 2015'an de dema li ber mala xwe dilîst, bi guleya polîsê bi navê M.N.G. Nîhat Kazanhanê 12 salî mir. Di ser mirina Kazanhan re 3 sal derbas bûn. Her çi qas wê demê "pêvajoya çareseriyê" hebû jî, di nav hefteyekê de li navçeyê Yasin Ozer (19), Bariş Dalmiş (15), Zeki Ala (32) û Umit Kurt (14) bi guleyên polîsan miribûn. Ji bo rê li ber vê yekê bê girtin wê demê hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle û Selma Irmak serdana bajêr kiribûn. Heyeta KCD'ê peyama Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bi gelê Cizîrê re par ve kiribû û bang kiribû ku hay ji provakasyonan hebin. Piştî vê protesto bi dawî bûbûn. Lê belê hîn heyeta ku peyam bi gel re parve kir ji bajêr veneqetiya bû, Kazanhanê 12 salî dema li ber deriyê malê dilîst hat kuştin.
HEWL DAN CINAYETÊ MANÎPULE BIKIN
Hevalên Kazanhan ên pê re dilîstin û şêniyên taxê di îfadeyên xwe de diyar kirin ku polîs ew kuştiye. Lê belê li gel van îfadeyan jî rayedarên dewletê, çapemeniya hewzê û polîsên ku bûyer pêk anîn bi awayekî kolektîf hewl dan cinayetê manîpule bikin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu daxuyandibû ku Kazanhan bi guleya peywirdarên emniyetê nehatiye kuştin. Her wiha Wezîrê Karên hundurîn ê wê demê Efkan Ala jî di bernameyeke TV'yê de jî derpêş kir ku ew li walî û rayedarên bajêr geriyaye û li wir polîsan bi tu awayî çek û gaz bi kar neaniye û wiha gotibû: "Ew der herêma terorê ye, pevçûnên bi vî rengî çê dibin." Piştî van daxuyaniyên rayedêrên dewletê çapemeniya hewzê jî nûçe parvekirin û di van nûçeyan de derpêş kirin ku YDG-H Kazanhan kuştiye û dîsa derpêş kir ku guleya di otopsiya Kazanhan de derketiye aîdî tivingekê ye û manşeta "Kazanhan bi tivinga ku di dema bûyerên Kobaniyê de ji aliyê YDG-H'ê ve hat dizîn hat kuştin" avêtin.
ŞAHIDAN HEMÛ PLAN SEROBINO KIRIN
Lê belê piştî bûyerê çend rojan şûnde dîmenên der barê kuştina Kazanhan de derketin holê. Di dîmenan de bi awayekî aşkere derket holê ku polîs Kazanhan dikujin. Piştî van bûyeran û serobinbûyîna daxuyanî û planên rayedarên dewletê û çapemeniya hewzê Wezareta Karên Hundurîn ji bo lêkolînkirina lêpirsîna bûyerê mufetîş peywirdar kirin. Lê belê rapora ku hat amadekirin bi raya giştî re nehat parvekirin.
Der barê polîsên ku berpirsiyarên mirina Kazanhan in de lêpirsîneke îdarî nehat destpêkirin. Ji bilî polîsê bi navê M.N.G. polîsên din hemû li ser kar in. Piştî dîmenan polîsê bi navê H.V. bi tawanbariya "kuştina biqesdî" hat girtin û di nameya ku ji girtîgehê ji bo dadgehê nivîsand de îfadeya xwe guherand û di nameya xwe de mikur hatibû ku M.N.G. Kazanhan kuştiye û wî ev sûc ji bo hevalê xwe qebûl kiriye, lê belê êdî hew îdare dike. Her wiha H.V. di nameyê de destnîşan kir ku wan li Qereqola Hayatî Bîlgîn civîn çê kiriye û bi awayekî kolektîf hewl daye ser bûyerê binixumînin.
Têkildarî bûyerê tevî polîsê girtî M.N.G., der barê polîsê bi navê U.Î., H.V., O.Ç. û G.T. de jî doz hatin vekirin. Dadgehê pêşî cezayê muebetê li M.N.G. birî, lê belê paşê ev ceza daxist 16 salan û herî dawî jî daxist 13 salan. û li polîsên din jî bi awayekî darizandina negirtî herkê 6 meh ceza birî.
Piştî biryara dadgeha herêmî, parêzerên malbata Kazanhan îtirazî biryarê kirin û dosye şandin Dadgeha Bilind. Parêzerê dozê Tahir Elçi bû, lê belê di dema darizandinê de Elçi hat kuştin û her wiha parêzerên din ên dosyeyê jî hatin tehdîtikirin û derpkirin.
Parêzera malbata Kazanhanê Filiz Olmez destnîşan kir ku cezayên li bersûcan hatine birîn ne bes in. Olmez bi lêv kir ku dewlet di vê bûyerê de jî bi refleksa parastina peywirdarên fermî tev geriyaye. Olmez got ku cezayê li polîsê bersûc ê bi navê M.N.G hatiye birîn kêm e û ev tişt gotin: "Ceza li polîsên ku hewl dan bi awayekî kolektîf ser bûyerê bigirin nehat birîn. Îfadeya hin polîsan qet nehat girtin. Polîsên ku li cihê bûyerê delîl tune kirin û hewl dan dîmenên têkildarî cinayetê jê bibin nehatin cezakirin. Roja bûyerê gelek rayedar belgeyên sixte amade kirin û ji bo ser bûyerê bigirin civîn çê kirin, lê belê kes ji vana nehat darizandin. Jixwe polîs li xwe mikur hatin ku ev sûceke organîzeyî ye. Tenê ceza li M.N.G. hat birîn û dosye hat girtin."
Olmez bi bîr xist ku wan biryara Dadgeha Îdarî ya Herêmê şandiye Dadgeha Bilind û dema riyên huqûqa navxweyî bixitimin ew ê dosyeyê bişînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Olmez got ku ji bo kiryarên Kazanhan derkevin holê, liv û tevgera raya giştî girîng e.
MA / Cihan Olmez