AMED- Rojnamevan Selman Keleş ê duh li Amedê hat binçavkirin, hat berdan.
Nûçegihanê dihaberê (a bi KHK’ê hat girtin) Selman Keleş ê li Wanê hat girtin û piştî 8 mehan şûnde di 21’ê Mijdara 2017’an de hat berdan, li ser îtiraza Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Agiriyê duh li Amedê hatibû binçavkirin. Keleş li Edliyeya Amedê bi riya SEGBÎS’ê beşdarî Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a Wanê bû û piştî biryara “zevtkirinê” ya der barê wî de hat betalkirin hat berdan.