ÎZMÎR – Li taxa Gedîzê ya Bucayê duh bişev di serdagirtina malan de ji heman malbatê 7 kes binçav kirin.
Li taxa Gedîzê ya navçeya Bucaya Îzmîrê, saet di 19.00'an de serdagirtina malan pêk hat û 7 kes binçav kirin. Beyî ku tu hincet bê nîşandan bi ser malan de girtin, Polîsên Tevgera Taybet çek xistin serê welatiyan û ew li erdê dirêj kirin. Hat diyarkirin ku Yusuf Turk, Mehmet Mahfuz Turk, Yilmaz Turk, Rustem Turk, Îrfan Turk, Emrullah Turk û Zekeriya Turk binçav kirine û ew birine Şaxa TEM'ê ya Bozkaya ya Miduryeta Polîsan a Bajêr.
DEST DANÎN SER PEREYÊN LI MALÊ
Bavê Rustem Turk ê hat binçavkirin Abdullatîf Turk, da zanîn ku gelek polîsan mala wan dorpêç kiriye û ev tişt got: "Ruxmê ku deriyê me vekirî bû jî hemû deriyên malê şikandin. Ferdên malê li erdê dirêj kirin, kurê min birin mitbexê û li wir destê wî girêdan. Kûçikên ku polîsan bi xwe re anîbûn, di malê de lêgerîn pêk anîn. Hemû telefon û kompîtûrên di malê de desteser kirin. Beşeke pereyê malê jî dest danîn ser."
‘BI DIJWARÎ MUDAXALE KIRIN’
Turk aşkera kir ku heta 01.00'ê şevê lêgerîna li malê dewam kiriye û wiha pê de çû: "Ji bo me sor bikin bi dijwarî mudaxale kirin. Heke me bersiv bida dê titên cuda biqewimiya. Ji ber ku tu tişt nedîtin li ser hev gelek caran lêgerîn kirin. Polîsan da zanîn ku ew bi fermana dozgeriyê her tiştî dikin. Tenê ev rewş wekî tiştekî rewa didan nîşan. Ji ber lêgerîna di malê de û mudaxaleya dijwar, xizmên me li ser hişên xwe çûn û ew rakirin nexweşxaneyê."