NAVENDA NÛÇEYAN – 9'emîn Kongreya PYD'ê ya Ewropayê li Hollandayê bi tevlêbûna bi sedan delegeyî dest pê kir. Kongre dê du rojan bidom e.
9'emîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi tevlêbûn 600 delegeyî ku bi giranî jin in dest pê kir. Kongre, dê du rojan bidome û xebatên PYD’yê yên li Ewropayê, xebatên serdema nû û dîplomasiyê werin nirxandin. Li eywana kongreyê pankarta "Ji Rojavaya azad ber bi Federaliya demokratîk a Sûriyê ve" daliqandin û posterên mezin ê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, alên PYD, YPG û YPJ’ê, Arîn Mîrkan, Feysel Ebû Leyla, Xebat Dêrik, Şîlan Kobanê, Ehmed Huseyîn, Rûstem Cûdî û şervanên YPG’ê yên enternasyonalîst ku li Rojava şehîd bûbûn hatin daleqandin. Di kongreyê de ji gelek welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê bi sedan nûnerên partî, rêxistinê civaka civîl, akademîsyen, nivîskar û rewşenbîr amade bûn. L ser Navê Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Hevserok Şêx Rîad Dirar, ji KNK’ê Tahîr Kemalîzade, li ser navê KONGRA-GEL Remzî Kartal û ji gelek partiyên çar parçeyên Kurdistanê nûner û partiyên MLKP’ê, HDK-A’yê, nivîskarê Fransiz û Yewnan amade bûn. Destpêka kongreyê Nûnerê PYD Ewropayê Evdilselam Mistefa axivî. Mistefa diyar kir ku sînorên li Rojhailata Navîn guherî ne, nexşeya siyasî ji cihê lebitî ne û wiha got: "Em jî dixwazin di vê rewşê de cihekî ji bo xwe bibînin. Çareseriyeke bê Kurd ne pêkan e. Kurd niha mezintirîn aktor in li Rojhilata Navîn. Bê Kurdan çareserî nabe.’’
Mistefa bal kişande ser arîşeyên Kurdên li Ewropayê û got: "Li Ewropa nifûsa Kurdan zêde ye û arîşeyên wan ên mezin hene. Divê em gelê xwe yê li Ewropa rêxistinî bikin û têkoşîneke rast bidin. Divê em rêxistina PYD’ê gelê xwe hembêz bikin. Heke em li Ewropayê ji raçînka xwe werin qutkirin, ku em ji giyanê Kurdayatiyê werin qutkirin em ê tine bibin. Divê gelê me vê bibîne, bi vê hişmendiyê xebatan bikin û rêxistiniya xwe bikin. Di dema pêş de YPD divê bi vê hişmendiyê tevbigere.’’
TEV-DEM’ê jî peyamek ji kongreyê re şand û di payamê de diyar kir: "Divê hêzên herêmê me nekin malzemeya siyasî. Em ê destkeftiyan geştir bikin û bixin bin xizmeta gelan. Bêguman di van deskettiyan de PYD xwedî roleke mezin e. Çawa ku di şoreşa Rojava de rola PYD’ê pir girîng be her wiha ji niha û şûn de, di avakirinê de wê rola wê girîng be.’’
Rêveberiya PYD’ê jî peyamek ji kongreyê re şand û got, "Kurd li Rojhilata Navîn bûne hêzeke sereke. Êdî sedsala bihurî derbas bû. Çareseriyeke bê Kurd nabe. Îro cihê herî ewle yê Rojhilata Navîn Rojava û Bakurê Sûriyê ye. Ev nîşan dide bê ka projeya Kurdan çendî girîng e. Çareserî bi pergala federal pêkan e."
Kongre bi axaftinan berdewam dike.