STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) ya Stenbolê, rapora Kanûna 2017'an a Girtîgehên Herêma Marmrayê bi raya giştî re parve kirin. OHP'ê di raporê de diyar kirin ku îşkence û muameleya xerab zêde bûye. OHP'ê bal kişand ser rewşa Girtîgeha Îmraliyê û destnîşan kir ku li Îmraliyê bi temamî mafê hevdîtina parêzeran û malbatê ji holê rabûye.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) ya Stenbolê, rapora Kanûna 2017'an a Girtîgehên Herêma Marmrayê, bi raya giştî re parve kirin. Komisyona girtîgehan rapora ku li ser agahiyên parêzer, malbat û nameyên girtiyan ên der barê girtîgehan de mehane amade dike bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê binpêkirên mafan ên li Girtîgehên Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bakirkoy, Girtîgeha Hêjmar 1-2 a Tîpa T a Bandırma, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê, Girtîgeha Tîpa Fa hêjmar 1-2 ên Kandirayê. Girtîgehên hejmar 2-5 û 9 yên Sîlîvriyê Girtîgehên Tîpa F a Hêjmar 1-2 yên Tekîrdagê û Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê pêk tê.
Komîsyonê di raporê de aşkere kir ku di meha Kanûna 2017'an de lêdan, îşkenceya fîzîkî û derûnî û hemû cureyên muameleyên nexweş zêde bûne. Komîsyonê destnîşan kir ku di demên dawî de lêgerîna tazî ya li dijî girtiyan zêde bûye û bi awayekî keyfî li odeyên girtiyan lêgerîn dikin û bê pîvan zextan li ser girtiyan zêde diktin. Komîsyonê destnîşan kir ku li Girtigeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên li dijî lêgerîna tazî di ber xwe didin rastî tundiyê tên û zext li ser wan zêde dibin.
Komîsyonê da zanîn ku li Girtîgeha Sîlîvrî girtî di yek hucreyê de tên girtin û rastî îşkenceya zayendî tên û wiha cih da raporê: "Li Sîlîvriyê girtî di nava odeyên ji doza DAIŞ û FETO de tên girtin. Girtiyên mêr ji aliyê leşker û fermandaran ve rastî îşkenceya fîzîkî hatine. Girtiyên rastî tundiyê hatine rapora ledanê girtine. Destê girtiyan li pişt wan kelepçe kirine. Dîsa gardiyan ji bo alozî û tevliheviyê bikin di nava hewldanan de ne. Alav û amûran li girtiyan qedexe dikin. Di lêgerînê de li pêş kamerayan cilên wan ji wan dikin û wan tazî dikin.
Girtiyên lêgerina tazî qebûl nakin rastî tundiya fîzîkî tên.
DEMA TECRÎD TE GOTİN ÎMRALÎ TÊ AQILAN
Dema tecrîd tê gotin Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tê aqilan. Girtîgeha li vê gravê xwedî taybetmendiyek xweser e. Hemû mafê ziyareta malbat û parêzeran a bi girtiyan re ji destê wan hatiye girtin. Platforma me û gelek saziyên civakî bi dehan caran der barê rewşa tenduristiya Ocalan û girtiyên din de serî li rayedaran dane. Heta 14'ê kanûna 2017'an parêzeran 713 canan sarî li rayedaran dane, lê her dem daxwaza parêzeran a hevditinê hatiye redkirin.
Mafê girtiyan ê civakî ji destê wan hatiye girtin. Girtî sirgûnî bajarên dûrî malbatan tên kirin. Girtî di bin tecrîd û îzolasyonê de tên girtin. Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakırhan û Hevşaredarê Mahsertê Suleyman Tekin li girtîgeha Boluyê di bin tecridê de tên girtin
Tenduristiya girtiyan di bin gefan de ye. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Mafê wan ê jiyanê nayê parastin.
GIRTIYÊN FIKRÊN WAN CUDA LI HEMAN RÎNGÊ SUYAR DIKIN
Komîsyonê di berdewama raporê de destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên derman kirin û dema wan dibin dadgehê û nexweşxaneyan jî girtiyên ku fikrên wan cuda û dozên wan cuda li heman maşîna rîngê suyar dikin û wiha cih da raporê. "Di rîngan de hucre çê kirine. Girtiyan kelepçe dikin û dixin rîngan û dibin nexweşxaneyan û dadgehan. Dîsa dema parêzer girtiyan ziyaret dikin hevdîtina parêzer û girtiyan di bin qeydên kamerayan de pêk tên. Hevditinên girtiyan ên bi malpar û parêzeran re bi awayekî keyfî tê asteng kirin
Ziyaret hatine sînorkirin dîsa mafê telefonê hatiye asteng kirin. Name û faksên girtiyan tên sînorkirin û asteng kirin Faksên girtiyan di 75 rojan de digêjin cihê xwe. Mafê girtiyan ê weşan û ragihandinê ji destê wan hatiye girtin.
Pirtûk û radyoyên di destê girdiyan de ji destê wan tê girtin. Alav û amûrên girtiyan ê paqijiyê ji destê wan tê girtin. Piştî OHAL'ê dest pê kir înfaza girtiyan dişewitînin û ceza li ser cezayên wan zêde dikin. Yên name ji Demîrtaş re şandin rastî cezayê hucreyê hatin.
DI 11 MEHAN DE 19 SAL Û 5 MEHAN ZIYARET HATIN QEDEXEKIRIN
Girtiyên ku ji bo mafê xwe biparêzin û çalakî pêk anîn rastî cezayê hucreyê hatin. Di 11 mehan de girtî rastî 19 sal û 5 meh cezayê hevdîtinê û qedexeya ziyaretê hatin. Sewq kirin îşkence
Niha jî zextên cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dikin. Bi taybetî piştî KHK hat weşandin li ser girtiyan zextên cilên yek tîp ferz dikin.