ŞIRNEX - Li Sîlopiyê, otobusa rêwiyê Tirkmenên Iraqî bar kiribû, di 12’ê Çile de qulipî şerampolê û qeza kir û 3 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest bû. Kesên jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan şandin Enqereyê.
Li navçeya Sîlopiya Şirnexê di 12’ê Çile de, otobusa Metro Turîzm a rêwiyên Tirkmenên Iraqê lê sîwar bûbûn, qeza kir û qulipî şerenpolê. Di qezayê de 3 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 38 kes jî birîndar bûbûn. Birîndarên piştî qezayê rakirin nexweşxanê, dermankirina wan didome. Cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dan jî ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê hatin girtin û şandin Enqereyê.
Cenaze bi wesayîtên cenazeyan anîn balafirgeha Mêrdînê û bi balafiran şandin Enqereyê.