ÎZMÎR – Turgut Koyuncu yê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê dimîne, li ser navê 49 girtiyan nameyek şand, aşkera kir ku ji ber helwesta cendirmeyan girtiyên nexweş 18 meh in sewqî nexweşxaneyê nakirine.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê tên girtin, di bin zextan de ne. Turgut Koyuncu yê li girtîgehê dimîne, li ser navê 49 girtiyan nameyek şand û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot. Koyuncu aşkera kir ku leşker "bi keyfî û bi pêkanînên derveyê mirovahiyê" wan nabin nexweşxaneyê û ev tişt got: "Dixwazin ku em kemera piştê, saet û pêlavên xwe derxin, destê me bi du kelepçeyan kelepçe bikin. Me gelek caran ji Wezareta Edaletê û saziyên eleqedar re daxwazname şandin, lê bersiv nedan me. Leşker ji ewlehiyê berpirsyarin. Çi pêwîst bike divê wê bike. Lê biryarên ku Wezareta Edaletê dane, leşker naynin cih. Ji me re dibêjin ku 'an hûnê van pêkanînan qebûl bikin, an jî hûnê bi nexweşiyan bimirin' û vê zilmê li ser me ferz dikn."
‘NAHÊLIN BIJÎŞK SEWQÊ BINVÎSIN’
Koyuncu aşkera kir ku girtiyên ku nebirine nexweşxaneyê krîz derbas kirine û wiha pê de çû: "Bijîşkên li serwîsa lezgîn a girtîgehê, der barê hin giriyan de biryara 'Divê bi lezgîn rakin nexweşxaneyê' didin, lê bi keyfî van girtiyan nabin nexweşxaneyê. Dibêjin ev 'PKK'î ne. Xayînên welat û terorîstin. Li gorî wê tev bigerin.' Piştî cendirmeyan bijîşk hişyar kirin, bijîşkan sewqa girtiyên nexweş çênekirin. Her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş xirab dibe."
'HÛNÊ BI KURDÎ NEAXIVIN'
Koyuncu da zanîn ku di hemû lêgerînên ku cendirme tev li dibin de, koxûşên wan tên belawelakirin, pirtûk û kovarên ku mohra "Hatiye dîtin" li ser e jî bi hinceta "Propagandayê" desteser dikin û wiha pê de çû: "Pirtûkên kurdî yên desteser dikin, bi rikberî dibêjin ku 'Li vî welatî yek ziman heye. Ew jî tirkî ye. Tirkî têra we çiyê we nake. Hûn diçin pirtûkên cudakarî û rûxandinê bi pêş dixe dixwînin. Dê ew ziman li vir neyê axaftin. Dê bi wî zimanî li vir pirtûk neyên dîtin' û heqaretê li girtiyan dikn."
Koyuncu derbirî ku ji ber helwesta cendirmeyan, dibe ku li girtîgehên tiştên cuda biqewimin, bang li saziyên sivîl û parastvanên mafên mirovan kir ku di warê mijarê de serwext bin.