QAMIŞLO - Tirkiye planên xwe yên li Idlîbê li ser komên Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) û OSO xwest têkexe meriyetê, beriya civîna Soçî ket nava planên nû. Tirkiye ku erka xwe ya piştî civîna Soçî pêk neanî, li pey planên nû ye.
Li Sûriye piştî hêzên QSD'ê Reqqa ji DAIŞ'ê paqij kir, polîtîkayên Tirkiye, Îran, Rûsya yên li ser Suriye û Idlibê hatin guhertin. Heta niha ji bo Sûriye di nava xwe de parve bikin û planên xwe li ser wê têxin meriyetê gelek civîn li Cenevre, Astana û Riyadê pêk anîn. Herî dawî plan kirin ku di 29-30 Çile de li Socî civînê pêk bînin. Armanc dikin ku di vê civînê de beşdarên Kongreya Neteweyî ya Sûriye diyar bikin. Tirkiye helwesta "Ne hêzên Sûriyeyên Bakurê Sûriye, kurdên ku ez diyar bikim tê tev li civînê bibe" derdixe pêş Di demên dawî de ji ber şerê li Îdlipê tê payin ku civîna Soçî taloq bikin.
TIRKIYE ARMANC DIKE XWE LI IDLÎBÊ BI HÊZ BIKE
Berê di garantoriya Rusya, Îran û Tirkiye de li Astana hevdîtin hatin kirin û peyman hatin îmzekirin. Di peymana Soçî de hat gotin ku li Idlîb û derdora wê bi peymana Astana dê pevçûn bi dawî bibin. Dê wekî herêma bê şer bê qebûlkirin. Tirkiye bi vê yekê re ji El Nusra ku navê wê wekî Heyet Tahrir El-Şam guhert hin herêm wergirt. Bi civîna Astana rol dan Tirkiye ku hin hêzên muxalif ji Idlîbê derxin. Lê Tirkiye ev ropê ku li Astana da ser milê xwe pêk neanî. Dijberî vê yekê bêtir li herêmê hêza xwe bi cih kir. Bêtir piştgirî da muxalifan. Bêtir çek da hêzên muxalif û bêtir ew bi hêz kirin."
TIRKIYE HUKMÊ ASTANA PÊK NÎNE
Rejîma ku yek ji perçeyê civîna Soçî ye, di 3 rojên dawî de li dijî Balafirgeha Ebu Dhur a Idlîbê operasyon da destpêkirin. Balafirgeha Ebu Dhur li Sûriye wekî duyemîn balafirgeha leşkerî ya Sûriye tê zanîn. Pitî rejîmê herêm bombe kir, Tirkiye ket nava panîkê. Piştî bombekirinê Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu bang li Sefîrên Îran û Rûsya kirin û xwestin Sûriye rawestînin. Hat diyar kirin ku ji ber Tirkiye peywira xwe pêk neanî ev bûyer pêş ket. Dîsa Rûsya û Iran bi vê yekê peyama "Wan koman ji wir derxe. Ger ku tu dernake ezê derxim" dide Tirkiye.
Hat diyar kirin ku muxalifê li bendê ye tev li civîna Soçî bibe, ji ber geşedanên li herêmê dê tev li civînê nebin. 40 komên li ser navê Muxalifên Sûriye û Koalîsyona Hêzên Şoreşger daxuyani dan, diyar kirin ku eniyên di civîna Soçî de cih digirin ne samîmî ne. Vê daxuyaniyê beriya civîna Soçî niqaşên nû bi xwe re ava kir. Hat diyar kirin ku van koman bi destê Tirkiye daxuyanî daye û Tirkiye bi vê helwesta xwe dixwaze Soçî neyînî bi dawîbibe.
NÊZÎKATIYA DYA'YÊ
DYA jî naxwaze ku Soçî bibe alternatifa civînên li Cenevreyê. DYA dixwaze ku Soçî bêtir Cenevreyê xurt bike û ger wisa be dê piştgiriyê bide Soçiyê. Rusya, ji bo civîna Soçî bi gelek aliyan re axivî. Bi hêzên Sûriyeya Bakur ve gelek caran kom bû.
Tirkiye ji bo planên xwe têxe meriyetê gelek caran bi rejîma Tirkiye û Îranê re hevdîtin kirin. Dîsa hat diyar kirin ku ji bo Tirkiye planên xwe têxe meriyetê civîna Soçî taloq kirine.
MA / Nazım Daştan