STENBOL - Li Beylîkduzuyê di bereqeyekê de şewat derket, kesekî ji Afganistanê, kesekî ji Pakistanê bi giştî 3 kesan jiyanaxwe ji dest dan.
Li taxa Kavakli ya Beylîkduzuya Stenbolê di bereqeya karkerên kaxizan kom dikin de şewat derket û di demek kin de bereqeya ku 4 kes tê de diman di nava petên agir de ma. Li ser agahiyan agirkuj çû herêmê û ekîbên tenduristiyê jî sewqî cihê şewatê kirin. Her çendî yekineyên agirkujê mudaxale kirin jî şewat zêde bû û piştgirî hat xwestin. Yekîneyên şewat vemirandin li herêmê lêkolîn dan destpêkirin. Di lêkolînan de cenazeyê kesekî ji Afganistanê, kesekî ji Pakistanê bi giştî 3 kesan hat dîtin. Welatiyekî ji Pakistanê jî di şewatê de birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bagcilarê.
Cenazeyên 3 kesan piştî lêkolîna dozger rakirin navenda otopsiyê.