Turk: Pisîka reş û sipî ne girîng e kijan pisîk dikare mişk bigire girîng e

img

ENQERE - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, têkildarî kongreya HDP’ê û niqaşên “kurd û tirk" de diyar kir ku tu niqaşên bi vî rengî tune ye û wiha got: "Meseleya esasî kî dê karibe xizmetek herî baş bike. Kî dê karibe ji bo projeyan bêtir têbikoşe, heye." 

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk yê bi salan de di nava siyasetê de ye, der barê amadekariyên 3'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê, niqaşên dawî yên li ser namzetê Hevserokatiyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Turk, li ser niqaşên piştî ku Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş bernamzetiya xwe aşkere nekir peş ketin wiha got: "Di nava xebat û têkoşîna HDP'ê de niqaşa "Kurt û tirk" tune ye. Niqaşên kî dikare baştir projeyan têxe meriyetê û bêtir xizmetê bike heye." 
 
JI HEP’Ê HETA NIHA ARMANC PROJEYÊN HDP YE'
 
Hem siyasetmedar û hem jî hafizaya siyaseta kurdan Ahmet Turk diyar kir ku HDP “Mîsyona hembêzkirina hemû gelan" pir bi wate û girîng dibîne û wiha got: “Ev rol û mîsyona HDP'ê ne nû ye. Ji HEP’ê heta niha projeya siyaseta kurd heye. Me her dem yekîtiya gelan esas girt. Me her dem xwest em bi gelên Tirkiye re bibin yek û hev hembêz bikin. Wê demê hem şoreşger û hem jî rewşenbirên li Tirkiye dûr sekinîn. Piştî dem derbas bû, rewşenbir, demokrat û şoreşgerên Tirkiye dîtin ku ev partî li Tirkiye partiya gelan e. Partiya yekîtî, wekhevî û parastina mafê gelan e. Li ser van hewldanên me bawerî û heviya ku tekoşîna demokrasiya hevpar pêş bixe pêş ket. Di serdema DEP'ê de Abdullah Başturk Fehmi Işiklar û gelek kesên cuda yên em bi wan re di nava diyalogê de bûn hebûn. Di destpêkê de ev lêgerîna me hebû." 
 
'ME TÊKOYÎNA YEKÎTIYA GELAN DA' 
 
Turk, anî ziman piştî pêşketinên siyasî gihiştin vê encamê û wiha axivî: "Di demên dawî de ji bo gelên Tirkiye, rewşenbir, demokrat û gelek kesên têkoşîna demokrasiyê dide bawerî û heviyek mezin a têkoşîna hevpar çêbû. Me her dem ji vê yekê bawer kir û têkoşîna vê yekê da. Em bawer dikin ku li vî wehatî heta em faşizmê têk nebin û li dijî faşizmê têkoşîna hevpar nedin, siyaseta demokratîk pêş nakeve. Pirsgirêka kurd çareser nabe. Em feraseta siyasetek wisa ji mêj ve dimeşînin. Em her dem dibêjin ji bo siyaseta demokratik û edaletê pêdiviya hemû gelên Tirkiye ji hev heye. Lê dewletê her dem polîtîkayên ku gelê kurd bi tenê bihêle pêş xist. Ez bawer dikim ku em dê vê yekê jî çareser bikin." 
 
‘DEMÎRTAŞ ROLA HEVSEROKATIYÊ BAŞ PÊK ANÎ' 
 
Turk, bal kişand ser rola Demirtaş a hevserokatiyê û wiha got: "Birêz Demirtaş bi rastî jî rola Hevserokatiyê baş pêk anî. Hem bi pêşdîtina xwe ya siyasî û hem jî bi hêz û enerjiya xwe rola xwe baş pêk anî. Gelê kurd û gelê Tirk têkoşîna demokrasiyê ya ku Demirtaş daye dizanin. Dê vê yekê ji bîr nekin jî." 
 
‘EV PARTÎ BI TÊKOŞÎN Û BEDELAN GIHIŞT VÊ ASTÊ' 
 
Turk, bal kişand ser ked û têkoşîna partiyê û wiha got: "Ev niqaşên dixwazin aloziyê derxin ne rast in. Ev partî, partiya kesên têkoşîna demokrasî û aştiyê dide ye. Partiyek bi kok û partiya ruhê têkoşînê ye. Bi ked, têkoşîn û bedelên mezin gihiştiye vê rojê. Ev partî ne girêdayî kesan e. Bi kesan ne mezin dibe û ne jî mezin dibe. Bi têkoşîna gelan a mafdar mezin dibe. Ji ber ku nûnertiya azadiyê dike û têkoşîna azadiya gelan û demokrasiyê dike her kes dixwaze di bin baneyê wê de bibin yek. Bê guman ked û têkoşîna kesan girîng e û divê ji nedîtinê ve neyê dîtin. Lê ya girîng têkoşîna xizmeta gelan e. Kî dikare bêtir tekoşînê mezin bike û pêş bixe. Kî dikare bêtir nûnertiyê bike û xizmetê bike. Kî dikare li gorî ruhê demê biguherîne û mezin bikeb. Divê kes li pey niqaya "Bila tirk be an bila kurd be" neçin. Gotinek Çînîyan heye. Dibêjin ‘Ne girînge pisîk sipî ye an reş e. Ya muhîm dikare bişk bigire ya na?" Divê em li vê yekê binerin. Divê em li demokrasiya hevpar û pêşeroja hevpar binerin. Divê em nûnertiyek xurt a demokrasiyê bikin. Divê em di nava yekîtiyê de têkoşîna demokrasiyê pêş bixin û li ser vê yekê niqaşan pêş bixin." 
 
‘HER KES DIKARE BIBE HEVSEROKÊ GIŞTÎ LÊ... ' 
 
Turk, destnîşan kir ku mîsyona sereke ya HDP’ê demokratîkirina Tirkiyeyê ye û wiha lê zêde kir: "Berî her tiştî HDP armanc dike ku Tirkiye bike welatekî demokratîk. Rêya vê yekê jî di çareseriya pirsgirêka kurd re derbas dibe. Bê guman bendewariyagelê kurd heye. Bi salan têkoşîna demokrasiyê dide. Gel dixwaze siyasetmedardê ku karibe bi hêsanî xwe bigîne wan, bi hêsanî bi wan re diyalogê dîne bibe nûner. Divê em ji sekna Tirk an tirk bêtir baştir e red bikin. Ya girîng çareseriya pirsgirêka kurd a bi riya demokrasiyê ye. Divê em li dijî înkar û zextan têkoşînê pêş bixin. Tirk, Kurd, Çerkez, Laz kî dibe bila bile ya girîng çiqas xizmeta demokrasî û azadiya mafan dike." 
 
Turk, da zanin ku hevserokati rûmetek e û wiha got: "Xwezî hêza min a fîzîkî û tenduristî têr kiribûya. Ger ku ez peywirek wisa bidim ser xwe divê ez pêk bînim. Ger ku ez pêk nînim ev dê wîcdanê min bêzar bike. Lê tenduristiya min rê nade. Ev nê wateya ku ez jê qetiya me. Qet tiştekî wisa nabe. Heta ku hêza min rê dide ez dê tişta têkeve ser milê min pêk bînim."  
 
Turk, herî dawî xwest her kes bi coşek mezin û tevlêbûnek xurt beşdar bibe û wiha got: "Em di rewşek awarte re derbas dibin. Divê li dijî hemû geşedanan partiya me xwe ji serî de nû bike. Divê kelecan, berxwedan û têkoşîna ku ruh û heviyê zêde bike pêş bixe. Di salên 93-94'an de jî hinek zahmetî derketin. Lê me bi têkşînê derbas kir. Em dibêjin OHAL lê pêvajoya em dijîn ji Rewşa Rêveberiya Awarte ne cudatir e. Divê em hêvî û baweriyê bidin gelan. Divê em bêtir li têkoşîna demokrasiyê xwedî derkevin. Divê tevlêbûnek xurt pêk bê." 
 
MA / Kenan Kirkaya 
 
 
 

Sernavên din

14/01/2018
09:01 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2018'AN
13/01/2018
23:32 Rojnamevan Keleş hat berdan
17:06 ‘Xebatkarên TV10'ê serbest berdin’
16:50 Di OHAL'ê de şidet û bêhiqûqî zêde bû
16:18 Rojnameger Selman Keleş sewqî edliyê kirin
16:17 TÎHV'ê li Wanê nûnertiya xwe vekir
15:40 TSK Efrînê topbaran dike
15:30 Ji malbatekê 7 kes binçav kirin
15:17 Ji bo Başdaş a ji sedî 86 astengdar azadî xwestin
15:15 Kongreya PYD`ê ya Ewropa dest pê kir
14:58 Pirsa kesên JÎTEM û Hizbullahê ew winda kirin pirsîn
14:56 Konca: Dê bi pêşengtiya jinan ber bi azadiyê ve bimeşin
14:36 Di çalakiya şemiyê de ji bo Basanê edalet xwestin
14:23 Rapora girtîgehan a Marmarayê: Li Îmraliyê mafê hevditinên parêzer û malbatê ji holê rabûye
14:22 Kemalbay: HDP baxçeyê gelan e
14:09 Rêxistinên elewiyan: Bila xebatkarên TV10 serbest bên berdan
13:58 KESK ‘Kooperatîfa Kedê ya Wanê' vekir
13:11 Ên li Sîlopiyê jiyana xwe ji dest dan şandin Enqereyê
13:06 Dadgehê 2 sal ceza li wekîlê HDP’î birî
13:00 Konferansa HDP'ê: Em li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk ava dibin
12:54 Panela têkildarî yek tîpî ‘bifikar’ hat dîtin
12:29 18 meh in girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nekirine
12:00 Jîneolojî dê bibe hêviya azadiya hemû jinan
12:00 Tirkiye beriya Soçî planên nû amade dike
11:42 Goristana li Gimgimê bi tevahî rûxandin
11:28 Dev Yapi-Îş: Agirê S.A. dê we jî bişewitîne
11:14 Konferansa Jineolojî didome
10:54 Hem heye hem tune
10:34 Di bereqeyê de şewat derket 3 kes mirin
10:24 Turk: Pisîka reş û sipî ne girîng e kijan pisîk dikare mişk bigire girîng e
10:10 2 kes ji ber axaftinên telefonê hatin girtin
09:14 ‘Em dê eniya NA bi HDP’ê re bikin yek'
09:13 Bi tevkarî li dijî yek tîpiyê dest bi têkoşînê kirin
09:12 Ozsoy: Dîroka Tirkiyeyê dîroka şerê li dijî mirî û goristane ye
09:11 Turfent: Sûcdar dibe 'zarokê baş', yê sûc aşkere dike tê cezakirin
09:10 Di salvegera Roboskiyê de, ceza li nivîskarê ku behsa Roboskiyê kir hat birîn!
09:10 Jin bi saya bernameyên perwerdehiya kolektîf mafên xwe hîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2018'AN
12/01/2018
21:39 Serlêdana malbatê a ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî hat redkirin
19:16 Rojnameger Keleş hat binçavkirin
19:08 Karkerê înşeatê li ber Meclîsê xwe şewitand
16:34 Dadger: Navnîşana te li ku ye?
Demîrtaş: Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê ye
15:31 Hevşaredarê Bêgirê Tunç hat berdan
15:11 Baroya Amedê: Em ê destûrê nedin bûyer kiryar nediyar bimîne
15:11 Parazvanen jiyanê Tora Piştevanî û Ragihandinê ava kirin
15:10 HDP: Em cezayê li Zeydan hatiye birîn nas nakin
15:06 HDP li dijî cilên yek reng bi malbatên girtiyan re dicive
14:31 Demîrtaş anîn Edliya Bakirkoyê
14:28 Ji bo jehrîbûyîna xwendekaran dest bi lêpirsînê kirin
14:06 ATK’ê cenaze qebûl kirin: Divê ji bo DNA’yê malbat serlêdan bikin
14:06 Rapora pêzan malbata Muharrem bi qusûr dît
13:50 Wezaretê der barê HOH’ê de lêpirsîn da destpêkirin
13:30 ÎHD: Radyoyên li girtîgehan kom dikin
13:05 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:40 1’emîn Konferansa Jineolojiyê dest pê kir
12:39 Di KHK'a dawî de skandala agahiyên nasnameyan
12:28 Statûya Tîmên Taybet derxistin asta jor
12:24 Kamera girtin û îşkence kirin
12:05 Rojnameger Azak hat binçavkirin
11:50 Girtiyên tên sewqkirin cilên wan nadin
11:48 Başaran: Komîsyona OHAL’ê biryaran çima vedişêre?
11:47 Komên li Tirkiyê perwerde dibin li Sûriyê şer dikin
11:35 Ji bo avakirina Sûriyeyê Çînê zend û bend badan
10:42 Ji bo cezakirina ‘Kurdistan’ serî li AYM’ê dan
10:38 Otobusa rêwiyan li Sîlopya qulipî: 9 mirin 28 birîndar bûn
10:37 Polîsê Îranî yê ji Tebrizê meşiya Enqereyê: Kuçe ji rejîmê çêtir in
10:24 Demîrtaş: Divê kongre bibe baxçeyê gulan ê Tirkiye yê herî bi coş û rengîn
09:36 Parêzera Ocalan Karadeniz: Divê baro têkevin tevgerê
09:15 Ji bo jinan her der cihê parastinê ye
09:14 Ji ber polîtîkayên ewlehiyî pîşesazî qediya
09:14 Berteka li dijî yek tîpiyê didome: Wê bi berxwedana malbat û girtiyan bên qetandin
09:13 Rewşa Ûmûtê 4 salî yê polîs ew birîndar kir nebaş e
09:13 Endamê Komeleya 78'an: Me qebûl nekir, em qebûl nekin
09:12 Parlementer Onlu: AKP polîtîkayên 90 salan li Dersimê rojane dike
09:11 Wê KODA êdî wek komeleyekê tev bigere
09:10 Dê Wan bi ruhê 7'ê Hezîranê biçe kongreya HDP'ê
09:02 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:20 KHK'yek din: Radyo û televîzyonek hat girtin 262 kes îxrac kirin
11/01/2018
20:06 Wekîltiya Zana betal kirin: Darbeya 2'ê Adarê dubare bû
19:07 Li Wanê erd hejiya
18:18 Serlêdana parêzeran a ji bo Ocalan dîsa hat redkirin
17:30 AYM’ê biryara berdana Mehmet Altan û Şahîn Alpay da
17:14 Rojnameger Şerîfe Oruç nehat berdan
16:36 Polîsên bersûcê kuştina 2 zarokan dê serbest bên darizandin
16:20 Dadgehê carek din 8 sal ceza li Parlamenter Zeydan birî
16:15 KESK’a Kocaeliyê: Di 14'ê Çileyê de em li Qada Azadiyê bin
16:15 Dadger 6 endamên Egîtim Sen'ê darizand
15:51 Girtiyên daxwazên wan qebûl bû çalakî bi dawî kirin
15:04 Leşkeran li Balikesîrê 7 kes binçav kirin
14:48 Tenê ew mabû ew jî girtin
14:40 ÎHD: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
14:39 AKP û MHP’ê tifaqa hilbijartinê ava dikin
14:16 Daxwaza beraeta Akademisyenan red kirin
14:15 624 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
13:36 Jinan bertek nîşanî otobusên pembe dan: Dixwazin jinan ji civakê dûr bixin
13:24 Parêzerên Ocalan 721 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
13:11 Doza polîsên bûn sedema mirina her du birayan dest pê kir
12:28 Akademîsyen li pey soza xwe ne: Em ê nebin hevkarê vî sûcî
12:15 'Hişmendiya Diyanetê hişmendiya DAÎŞ'ê ye
11:00 Dosyayên Sabahat Tuncel bûn yek