EDENE - Ji 9 kesên berî 4 rojan li Edeneyê hatin binçavkirin, jê 2 kes ji ber axaftinên telefonê hatin girtin.
Di 9'ê Çileyê de li Edeneyê serdagirtina malan pêk hatibû û 9 kes hatibûn binçavkirin, 7 kesên lêpirsina wan a li emyetê bi dawî bû sewqî edliyeyê kirin. 7 kesên li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin, ji ber axaftinên telefonê sûcdar hatin dîtin û bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin. Dadgeriyê 5 kes bi şertê kontrola edlî serbest berda, Şirîn T. û Fesîh E. jî bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" girtin û şand girtîgehê.