STENBOL – Siyasetvan, karker, huqûqnas, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan li dijî ferzkirina kincên yek tîpî ketin nava hewldanan û xebata rêxistinkirina muxalefeta civakî dan destpêkirin.
Piştî bi KHK'ya Jimare 696'an sepandina kincên yek tîpî hat derxistin, gelek derdorên civakê yên muxalif ketin nava hewldanan û dest bi xebata rêxistinkirina muxalefeta civakî kirin. Siyasetvan, karker, huqûqnas, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan li dijî ferzkirina kincên yek tîpî ketin nava hewldanan û wê bi tevkarî tev bigerin. Hevberdevkê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ê Stenbolê Parêzer Serhat Çakmak destnîşan kir ku piştî ev ferzkirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin, wan bi girtiyan re hevdîtin çê kiriye û ev tişt gotin: "Helwesta girtiyan zelal e. Ew vê yekê wek ferzkirinekê û binpêkirina rûmeta mirovahiyê dibînin. Em parêzerên girtiyan ev demeke em bi saziyan re hevdîtinan çê dikin." Çakmak diyar kir ku ew huqûqnas wê demildest maseya krîzê ava bikin û naxwazin tiştekî wisa bibe, lê girtî diyar dikin ku dawiya wê mirin be jî ew ê van kincan li xwe nekin û wiha domand: "Helwesta wan zelal e. Divê em ruhê hundur li derve nîşan bidin. Çimkî ev peywir barê me yên li derve ye."
‘EM Ê ŞANTIYE BI ŞANTIYE BIGERIN'
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Devrimcî Yapiyê Ozgur Karabûlût, diyar kir ku ew karkerên înşaatê ferzkirina kincên yek tîpî wek "êrîşê" dinirxînin û ew ê li dijî vê yek derkevin. Karabûlût bi bîr xist ku ji ber Rewşa Awarte cinayetên karî zêde bûne û wiha got: "Divê her kes li cihê xwe li dijî yek tîpiyê derkeve û dengê xwe bilind bike. Heke bivê em ê şantiye bi şantiye bigerin û vê sepandinê ji karkeran re vebêjin."
‘WÊ KARKERÊN ÎNŞAETÊ BITÊKOŞIN'
Sekreterê Sendîkaya Karkerên Înşeatê Kadîr Kûrt jî balê kişand ser çewisandinan û ev tişt gotin: "Tevî pirsgirêkên ku îro li yewmiyeya me zêde dibin, gelek pirsgirêkên din ên vê civakî jî hene. Ji ber vê em ê ji karkerên înşeatê re bibêjin ku ev sepandin binpêkirina mafên mirovan e û li gel vê em ê pirsgirêkên xwe yên aborî û yên din jî vebêjin. Em karkerên înşaetê çi ji destê me bê em ê bikin û em ê tevî hemû saziyên demokratîk bixebitin."
Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan Umran Yûrdayol jî destnîşan kir ku divê têkoşîn tenê li ser milê girtiyan neyê barkirin û divê hunermend, rêxistinên civaka sivîl her kes bi tevkarî tev bigere û guh bidin bangên girtiyan.