STENBOL – Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy, derxistina cenzayan a ji Goristana Xerzanê wek jêbirina bîra kurdan nirxand û got ku dîroka Tirkiyeyê dîroka şerê bi mirî û goristanan re ye.
Li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê 267 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û wan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy ku der barê goristanan de lêkolîn û xebatên wî yên sosylojîk hene, tişta hatiye kirin wek wehşetê pênase kir. Ozsoy destnîşan kir ku esl û feslê meseleyê ew e ku li ser xakê şopa cenazeyên kurdan nehêlin û bîra wan paqij bikin. Ozsoy got ku ji bo vê jî her cure wehşet tê kirin.
'TU HÊLEKE WÊ YA EHLAQÎ TUNE YE'
Ozsoy destnîşan kir ku polîtîkaya êrîşkirina li hemberî mirî û goristanên kurdan ji sala 2015'an ve didome û bêyî haya malbatan jê hebe derxistina cenazeyên ji Goristana Xerzanê jî wiha destnîşan kir: "Xala herî dawî ya mantiqa nîjadperest û faşîzmê ye." Ozsoy got ku tim goristan dihatin texrîbkirin û ev tişt gotin: "Lê belê niha jî cenazeyan derdixin. Cihê vê yekê ne di îslamiyetê de heye û ne jî tu hêleke wê ya ehhlaqî heye."
'MESELEYA TUNEKIRINA DÎROKEKÊ YE'
Ozsoy got ku mînakên êrîşa li hemberî cenazeyan li Filîstîn, Meksîka, welatên Amarîkaya Latînê jî hene û wiha domand: "Li Tirkiyeyê jî gelek caran goristanên xeyrî mislîman hatin tarûmarkirin, perçekirin û li ser wan avahî û park hatin çêkirin. Dema em li dîroka Dewleta Komara Tirkiyeyê dinihêrin, em dîroka şerê li hemberî mirî û goristanan dibînin. Gelek caran li hemberî goristanên ermenan, cihûyan, suryaniyan êrîş pêk hatine. Lê belê ya ku em li vir dibînin, li goristaneke mezin hemû cenaze hatine derxistin û wek kesekî ku di vê qadê de xebitiye, cara ewil dibim şahidê tiştekî wisa. Ez vê yekê wek meseleya tunekirina dîrokekê dibînim." Ozsoy bi lêv kir ku du salên dawî de êrîş li hemberî miriyan çê dibin û vê yekê wek berdewamiya polîtîkaya êrîşkar û mîlîtarîst a li dijî meseleya kurd nirxand.
Ozsoy ev tişt gotin: "Ya ku niha tê kirin, ew e ku miriyên kurdan ji zindiyên wan veqetînin û tune bikin. Ev polîtîkaya êrîşkariyê ya tunekirina heyîna wan a fizîkî, çandî ye. Li goristaneke mezin derxistina hemû cenazeyan mînaka aşkere ya vê yekê ye."