*Konseya Bajêr a Îzmîrê, ji bo di warê mafên mirovan, riyên parastinê yên li hemberî şidetê û gelek mijarên din de perwerdehiyê bide "Bernameya Perwerdehiyê ya Mafên Mirovan a Jinê" da destpêkirin. Yek ji rêvebira bernameyê Kizbes Seyhan Aydin, got ku ev bername bernameyeke kolektîf e û hemû jin hevdu perwerde dikin.
*Li Mehmet Alî Yaşayê ku di Girtîgeha Şakranê de ye û cezayê muebetê lê hatiye birîn, di salvgera Komkujiya Roboskiyê de bi hinceta di pirtûka xwe de komkujî vegotiye 3 sal ceza lê hat birîn.
*Nûçegîhanê DÎHA’yê Nedîm Turfent ên ji ber parvekirinên medyaya civakî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê nameyek şand. Turfent di nameye de ev tişt gotin: “Bêguman em jî dikaribûn bibin rojnamevanên ‘bi hinan ve hatine vekirin’ û bi bêperwatiyeke ‘biteqîne dikêşim’. Lê Sibê sibê divê mirov karibe li ruyê gel binere. Me xwest ji bo wê rojê ruyê em hebe. Ev ji bo me tercîh û cihê rûmetê ye, divêtiyeke wijdanê me ye.
*Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy, derxistina cenzayan a ji Goristana Xerzanê wek jêbirina bîra kurdan nirxand û got ku dîroka Tirkiyeyê dîroka şerê bi mirî û goristanan re ye.
*Siyasetvan, karker, huqûqnas, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan li dijî ferzkirina kincên yek tîpî ketin nava hewldanan û xebata rêxistinkirina muxalefeta civakî dan destpêkirin.
* Endama Meclîsa HDP’ê Nuran Îmir, der barê Kongreya HDP'ê ya 3'yemîn ku dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin de diyar kir ku ew ê bi vê kongreyê hemû muxalifan bi rêxistin bikin. Îmîr, anî ziman ku ew ê hemû hêza NA'yê di bin banê HDP'ê de bikin yek.
* Rêxistina HDP’ê ji bo 3'emîn Kongreya Asayî ya di 11'ê Sibatê de pêk bînin, dê li Terasa Labella ya Şîşliyê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî Serpil Kemalbay Konferansa herêmê ya HDP'ê pêk bînin. (10.00) * HDP, bi heman armancê dê li Salona Konferansê ya Tum Bel Sen'ê bi tevlêbûna Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Endamên MYK'ê Beycan Taşkiran û Yurdusev Ozsokmenler Konferansa herêmê pêk bîne. (10.00)
* Çalakiyên Dayikên Şemiyê dê di hefteya 668'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi dirûşmeya “Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê di hefteya 466’an de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanc balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 303'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bînin. (13.30)
* Înîsiyatifa Li Dijî OHAL'ê Demokrasî, dê bi ser navê "Bi vî rengî hilbijartin pêk nayê. Em dirêj nekin" li Salona Konferansê ya Baroya Enqereyê panelê pêk bîne. (13.30-15.30)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 431'an de berdewam bike. (13.30/18.00)
* Xebatkarên TV10’ê ya bi KHK'ê hat girtin, dê bi daxwaza televîzyona wan bê vekirin di hefteya 67’an de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî û Komîsyona girtîgehan a ÎHD'ê ji bo balê bikişinin ser rewşa girtiyên nexweş dê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30)