STENBOL – Serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin. Heta niha 59 serlêdanên malbatan hatine redkirin.
Ji bo roja duşemê bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtinê çê bikin, birayê wî Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê belê serdozgeriyê careke din serlêdana malbatê red kir. Her wiha malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaşê ku li Îmraliyê tên girtin jî ji bo hevdîtinê bi riya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê dabûn, lê belê ya wan jî hat redkirin.
Serlêdana malbatan bi hinceta qanûna tevdîrên der barê hikûmxwaran a Jimare 5775’an de hat redkirin.
Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 59 caran malbatan serî li dozgeriyê daye, lê belê hemû serlêdanên wan hatine redkirin.