AMED - Rojnameger û nûçegîhanê dihaberê ya bi KHK'ê hat girtin Selman Keleş ku mehek berê serbest hat berdan dîsa hat binçavkirin. Keleş li ser îtîraza dozger dîsa hat binçavkirin.
Rojnameger û nûçegîhanê Wanê yê dîhaberê ya ku bi KHK'ê hat girtin Selman Keleş li Amedê hat binçavkirin. Rojnameger Selman Keleş dema tevî Arîf Aslan di 20'ê Adarê de nûçe dişopandin hatibû girtin û piştî 8 mehan şûnde ew derxistibûn pêşberî dadgehê. Keleş û Aslan di 21'ê Mijdarê de li dadgehê hatibûn berdan, lê li ser îtiraza dozger dîsa der barê wan de biryara girtinê hatibû dayîn. Keleş ku der barê wî de biryara girtinê hebû li Amedê hat binçavkirin. Keleş piştî hat binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Amedê. Tê payîn ku di nava 24 saetan de bi riya SEGBÎS'ê Keleş bê dadgehkirin.