STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya doza “Heqaret li Serokomar Erdogan kiriye” tê darizandin derket anîn dadgehê. Dadger pirsa “Navnîşana te li ku ye” kir û Demîrtaş jî bersiva “Navnîşana min Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê ye” da. Doz taloqî 17’ê gulana 2018’an hat kirin.
Der barê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta “Heqaret li Serokomar Erdogan kiriye” doz hat vekirin. Danîşan doza Demîrtaş li 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Bakirkoya Stenbolê hat dîtin. Demîrtaş anîn dadgehê û malbata Demîrtaş, gelek parêzer û wekîlên HDP’ê dozê şopandin. Demîrtaş di dozê de axivî.
'NAVNÎŞANA MIN MECLÎS E’
Piştî tespîta nasnameyê dadger ji Demîrtaş navnîşana wî pirsî. Demîrtaş bersiv da dadger û got “Navnîşana min Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê ye.” Demîrtaş bersiva navnîşana mala xwe jî wiha da: “Hevjîna min li vir ew dizane.” Dema dadger ji Demîrtaş pirsa têlefonê kir wiha bersiv da: “Li derve ma.” Beriya xwendina angaştnameyê têkildarî rê û rêbaz de mafê axaftinê girt û got: “Hem têkildarî destnedanê û hem jî têkildarî bêberpirsyariyê de îdiayên me cidî yên bê rê û rêbaziyê hene. Divê ewil têkildarî vê biryara navberê bê dayîn.” Beriya angaştname bê xwendin Demîrtaş xwest ku deşîfrekirina deng bêyî bê sekinandin derbasî girtekan bê kirin.
'CARA EWIL EZ LI VIR IM’
Pişt re Demîrtaş axivî û got: “Di danişînê de bi navê bersûc ku bêgirtin têm darizandin jî, wek girtiyekî parastina xwe dikim. Piştî 14 mehan we min anî dadgehê. Ev binpêkirina maf e. Ez ji 20 dosyeyan zêdetir têm darizandin û cara ewil ez derdikevim pêşberî dadger. Bi giştî 97 danişîn bêyî ez beşdar bibim pêk hatin. 20 caran beşdariya bi SEGBÎS’ê li min ferz kirin.”
‘RÊ Û RÊBAZ BINPÊKIRIN’
Demîrtaş destnîşan kir ku ji bo parlamenterek bê darizandin divê destnedayîna wî li gorî rê û rêbaz bê rakirin û wiha axivî: “Dikaribûn destnedayîna me bi biryara Meclîsê rakirina. Lê destnedayîna me bi guhertina destûra bingehîn hat rakirin. Rê û rêbaz hat binpêkirin. Dadgehê di lêpirsînên der barê me de hatin vekirin di tu yekê de kontrol nekir. Daxwaza me ya serlêdanê hat redkirin. Xala destnedayînê hilnedan bin kontrole. Di pêvajoya destnedayîna wekîlan de mafê wan ê parastinê heye. Mafê wekîlekî ne li salonên dadgehê li Meclîsê dest pê dike. Van mafên me ji destên me girtin. Niha destnedayîna min heye tune ye? Ne pêwîste hûn bersiv bidin. Niha destnedayîna min heye. Herî kêm bi qasî ya Binalî Yildirim e. Baş e hûnê min çawa bidarizînin? Ez hewl bidim ku birevim divê hûn dest nedin min. Çunkî destnedayîna min heye.”
'DOSYEYÊ BIŞÎNIN AYM’Ê’
Demîrtaş da zanîn ji bo encama dixwestin ji referandûmê derbixin reweşek bi lezgînî, dijber û bêbinî afirandin û wiha dewam kir: “Ez yek ji namzetên Serokomariyê me. Hemû muhatab namzet in. Di referandûmê de biryarek rezîl derxistin. Rakirina destnedayînê tiştek bêbinî nîne. Karek li dijî destûra bingehîn hatibe kirin divê bê kontrolkirin. Titşa hûn li vir bikin divê hûn dosyeyê bibin Destûra Bingehînû divê hûn bêhiqûqiyê ji holê rabikin. Di dozên wiha de berpirsyarî giran e. Cezayê Giran û Cezayê Asliyê nayên sûcdarkirin. Darizandinên mîna MÎT û Serfermandariya Giştî li dadgehên bilind nehatin kirin. Divê sererastkirinek ku wekîlan hilde çarçoveya xwe bi şeklek li AYM’ê bê darizandin pêk bê. Em ê daxwaz bikin ku bi armanca sererastkirina qanûnê hûn bibin AYM’ê.”
'HILBAJARTIN A SEROKA MIN E’
Demîrtaş saqoyê xwe derxist û êlekê li ser ma. Di vê navberê de henekên “Gelek li te hatiye” hatin kirin. Demîrtaş jî bi rûkenî hevjîna xwe nîşan da û got “Hilbijartin a seroka min e.”
Parêzeran jî parastina muwekîlên xwe kirin.
DENGÊ SLOGANA LI SALONA DANIŞÎNÊ OLAN DA
Seranserî danişînê bi sedan welatiyên li derve dozê dişopandin dirûşmên “Selo Serok” berz kirin û balkêş bû ku bi heman awayî dengê dirûşman li salona danişînê olan da.
Piştî daxwaza parêzerên Demîrtaş dadgehê dozê taloqî 17’ê gulana 2018’an kir.