Kamera girtin û îşkence kirin

  • rojane
  • 12:24 12 Çile 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Zarokên ku di qedexeya li Nisêbînê de hatin girtin û piştî sal û nîvekê derketin pêşberî dadgehê, parastin kirin. Zarokan diyar kirin ku li pişt kamerayan rastî îşkenceyê hatin. Dadgehê daxwaza berdana 17 zarokan red kir û biryar da ku girtî bên darizandin. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 26’ê Gulan 2016’an, di îlankirina qedexeyên derve de, 76 kes ji navçeyê hatibûn derxistin û piştre bi hinceta 19 sûcdariyên cuda 17 jê zarok bi giştî 67 kes hatibûn girtin. Piştî 19 mehan îdîaneme hat qebûlkirin û yekemîn danişîna dozê di 9'ê Çile de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Danişîna dozê li salonek avahiya Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) hat dîtin.  Danişîna dozê ji rojnamegeran re girtî hat dîtin. Di danişîna dozê de zarokên girtî N.A, B.E, B.M, Ç.K, D.A, E.T, H.A û H.E amade bûn. Zarokênk bi navê Ş.A, F.A, S.P, D.K, E.D, N.K, K.B, G.M û H.B bi riya SEGBÎS amade bûn. Danişînê bi xwendina îdîanameyê dest pê kir. Zarokan xwest bi kurdî parastinê bikin. Li ser daxwaza zarokan a parastina bi kurdî tercûman anîn salonê. 7 zarokên li girtîgehên cuda bi riya SEGBİS'ê îfade dan. 
 
‘ÎFADEYA ŞAHIDÊN NEPEN BI SEGBÎSÊ HAT GIRTIN'
 
Girtekên îdîanameyê 2 roj beriya danişînê dan zarokan. Di danişînê de zarok H.A., parastin kir û wiha got: "Di qedexeyan de ez di jêrzemînê de mam. Ez beşdarî şer nebûm. Piştî ez ji jêrzemînan derketim ez ji aliyê leşker û polîsan ve rastî lêdanê hatim. Şahidê nepen bi îşkenceyê îfade daye. Tenê îmze avêtiye bin îfadeyan. Îfade ne aydî wî ne. Ez îdîayên der barê xwe de qebûl nakim." 
 
LEŞKERAN ÎŞKENCE KIR
 
Girtî H.E. jî îfadeyên li dozgeriyê red kir û got: “Em 25 kesên di jêrzemînê de derketin. Piştî em derketin polîs û leşkerên hatin em girtin em xistin kamerayê. Gotin em dê we bi ewle bigirin. Piştî em birin cihekî din û kamera girtin îşkence li me kirin. Leşkeran li me îşkence kirin. Dar di pişta min de şikandin. Bi zorê girtek dan girtin. " H.E., anî ziman ku dema îfade da cuda bû û tişta derbasî girtekan kirin cuda bû. 
 
‘XWESTIN TECAWIZÎ MIN BIKIN'
 
N.A. jî anî ziman ku dema ji  jêrzemînê derketin rastî tacîza leşkeran hatin û wiha got: "Min di bin zextan de îfade da. Ez rastî îşkenceyê hatim. Min ev yek ji dozger re got. Lê dozger got ‘Dua bike tu nemiriye' Piştî em ji jêrzemînê derketin cilê hemû zarokên kur derxistin. Xwestin cilêmin jî derxin, lê min destûr neda. Dema em derketin leşker û polîs rêz bûbûn. Dema em derketin kamera yek bi yek em kişandin û tespît kirin. Piştî kamera hatin girtin em li ser dev dirêj kirin û îşkence li me kirin. Deste me li pişt kelepçe kirin. Em ji wir birin dibistanekê. Leşker û polîsan dibistan wekî cihê îşkenceyê nêzîk dibûn. Bi parê min girtin û ez li pey xwe kaş kirim. Ez ji ser hişê xwe çûm. Li pêş kamerayan pir baş nêzikî me dibûn, lê li pişt kamerayan îşkence li me kirin. Li beşek cuda ya dibistanê ez tenê birim odeyekê. Leşkeran xwestin tecawizî min bikin. Kesekî jor hat û gotin 'Hûn dixwazin vê keçikê li serê xwe bikin bela' Piştre dest ji min berdan. 
 
‘TIŞTA LI MIN KIRIN LI HEVALÊN MIN JÎ KIRIN'
 
Ji zarokê girtî tê darizandin D.A. jî diyar kir ku heman tişt hat serê wî jî û wiha got: "leşker û polîsan li vir bi qundarên çekan li ruyê me dan." 
 
B.E. jî anî ziman ku wî di parastina xwe de jî got ji ber rastî îşkenceyê hatiye îfade nedan û wiha got: "Lê piştre polîsan wêneyên malbata min nîşanî min dan û gef li min xwarin. “Leşkeran çêr li min kirin. Kelepçe li pişt li destê min xistin. Bi kelepçeya plastîk destê min girê dan. Em birin dibistanê. Li dibistanê 50-60 leşkeran li me dan. Di wêneyan de jî tê dîtin rûyê min tev perçe kiribûn. Piştre êrîşî N.’ kirin ez jî xistim odeyek din ya cuda. Ez rastî êrîşa tecawizê hatim. Yê esil suçdar ew in. Xwestin ez hin sûcan qebûl bikim. Lê ez wan qebûl nakim ji ber ku ne rast in. Tişta anîn serê min anîn serê hevalên min min." 
 
DESTÛR NEDAN LI NEXWEŞXANEYÊ MUDAXALE BIKIN'
 
N.K. jî diyar kir ku leşkeran ew birin nexweşxaneyê, lê destûr nedan ku li nexweşxaneyê mudaxaleyî birînên wê bikin. 
N.K., wiha got: “Perçeyên şerapnalê di ruyê min de man. Leşkeran îşkence li min kir. Piştre em birin salona sporê ya girtî. Li wir jî zext li me kir." 
 
PARÊZER TANHAN: HEMÛ ÎDDÎANA LI SER ÎHTÎMALAN HATIYE AVAKIRIN
 
Parêzer Kamuran Tanhan, jî parastin kir û diyar kir ku hemû wekî sûcdar hatine nişandan û hemû îdîaname li ser îhtîmalan hatiye avakirin. Prz. Tanhan xwest hemû bersûc serbest bên darizandin. 
 
PRZ. ERGUL: DOSYA DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE AMADE KIRIN
 
Prz. Rengin Ergul jî ani ziman ku muwekîlên wî di bin îşkenceyê de îfade dane û dosya di bin îşkenceyê de hatiye amadekirin. Ergul, anî ziman ku îşkence û zexta li ser wan hatiye kirin li dijî biryarên DMME'yê ne û wiha got: "Bi îşkenceyê îfade girtiye. Di bin zextan de îfade stendine û ev li dijî zagonan e. 
 
DOZGER XWEST GIRTÎ BÊN DARIZANDIN
 
Piştî parastina zarokan û parêzeran dozger jî bi hinceta delîlên xurt li ser wan heye xwest zarok girtî bên darizandin. 
 
Parêzer Bunyamin Şeker  jî daxwaza mutalaya îtîraz kir û xwest ji bo her zarokekî cuda cuda mutaala bê kirin. Şeker, da zanîn ku ev darizandin li dijî DMME'yê ye. 
 
Heyeta dadgehê jî piştî parastin û îfadeyan der barê 17 zarokan de biryara berdewama girtinê da. Heyetê daxwaza parêzeran a bila dîmenan jî tev li dosyayê bike red kir. Heyetê dîsa biryar da ku zarokên li derve yên bi SEGBİS'ê tev li danişînê bûn di danişîna pêş de li salonê amade bibin. Doz taloqî 10'ê Nisanê kirin. 
 
 

Sernavên din

14/01/2018
09:01 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2018'AN
13/01/2018
23:32 Rojnamevan Keleş hat berdan
17:06 ‘Xebatkarên TV10'ê serbest berdin’
16:50 Di OHAL'ê de şidet û bêhiqûqî zêde bû
16:18 Rojnameger Selman Keleş sewqî edliyê kirin
16:17 TÎHV'ê li Wanê nûnertiya xwe vekir
15:40 TSK Efrînê topbaran dike
15:30 Ji malbatekê 7 kes binçav kirin
15:17 Ji bo Başdaş a ji sedî 86 astengdar azadî xwestin
15:15 Kongreya PYD`ê ya Ewropa dest pê kir
14:58 Pirsa kesên JÎTEM û Hizbullahê ew winda kirin pirsîn
14:56 Konca: Dê bi pêşengtiya jinan ber bi azadiyê ve bimeşin
14:36 Di çalakiya şemiyê de ji bo Basanê edalet xwestin
14:23 Rapora girtîgehan a Marmarayê: Li Îmraliyê mafê hevditinên parêzer û malbatê ji holê rabûye
14:22 Kemalbay: HDP baxçeyê gelan e
14:09 Rêxistinên elewiyan: Bila xebatkarên TV10 serbest bên berdan
13:58 KESK ‘Kooperatîfa Kedê ya Wanê' vekir
13:11 Ên li Sîlopiyê jiyana xwe ji dest dan şandin Enqereyê
13:06 Dadgehê 2 sal ceza li wekîlê HDP’î birî
13:00 Konferansa HDP'ê: Em li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk ava dibin
12:54 Panela têkildarî yek tîpî ‘bifikar’ hat dîtin
12:29 18 meh in girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nekirine
12:00 Jîneolojî dê bibe hêviya azadiya hemû jinan
12:00 Tirkiye beriya Soçî planên nû amade dike
11:42 Goristana li Gimgimê bi tevahî rûxandin
11:28 Dev Yapi-Îş: Agirê S.A. dê we jî bişewitîne
11:14 Konferansa Jineolojî didome
10:54 Hem heye hem tune
10:34 Di bereqeyê de şewat derket 3 kes mirin
10:24 Turk: Pisîka reş û sipî ne girîng e kijan pisîk dikare mişk bigire girîng e
10:10 2 kes ji ber axaftinên telefonê hatin girtin
09:14 ‘Em dê eniya NA bi HDP’ê re bikin yek'
09:13 Bi tevkarî li dijî yek tîpiyê dest bi têkoşînê kirin
09:12 Ozsoy: Dîroka Tirkiyeyê dîroka şerê li dijî mirî û goristane ye
09:11 Turfent: Sûcdar dibe 'zarokê baş', yê sûc aşkere dike tê cezakirin
09:10 Di salvegera Roboskiyê de, ceza li nivîskarê ku behsa Roboskiyê kir hat birîn!
09:10 Jin bi saya bernameyên perwerdehiya kolektîf mafên xwe hîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2018'AN
12/01/2018
21:39 Serlêdana malbatê a ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî hat redkirin
19:16 Rojnameger Keleş hat binçavkirin
19:08 Karkerê înşeatê li ber Meclîsê xwe şewitand
16:34 Dadger: Navnîşana te li ku ye?
Demîrtaş: Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê ye
15:31 Hevşaredarê Bêgirê Tunç hat berdan
15:11 Baroya Amedê: Em ê destûrê nedin bûyer kiryar nediyar bimîne
15:11 Parazvanen jiyanê Tora Piştevanî û Ragihandinê ava kirin
15:10 HDP: Em cezayê li Zeydan hatiye birîn nas nakin
15:06 HDP li dijî cilên yek reng bi malbatên girtiyan re dicive
14:31 Demîrtaş anîn Edliya Bakirkoyê
14:28 Ji bo jehrîbûyîna xwendekaran dest bi lêpirsînê kirin
14:06 ATK’ê cenaze qebûl kirin: Divê ji bo DNA’yê malbat serlêdan bikin
14:06 Rapora pêzan malbata Muharrem bi qusûr dît
13:50 Wezaretê der barê HOH’ê de lêpirsîn da destpêkirin
13:30 ÎHD: Radyoyên li girtîgehan kom dikin
13:05 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:40 1’emîn Konferansa Jineolojiyê dest pê kir
12:39 Di KHK'a dawî de skandala agahiyên nasnameyan
12:28 Statûya Tîmên Taybet derxistin asta jor
12:24 Kamera girtin û îşkence kirin
12:05 Rojnameger Azak hat binçavkirin
11:50 Girtiyên tên sewqkirin cilên wan nadin
11:48 Başaran: Komîsyona OHAL’ê biryaran çima vedişêre?
11:47 Komên li Tirkiyê perwerde dibin li Sûriyê şer dikin
11:35 Ji bo avakirina Sûriyeyê Çînê zend û bend badan
10:42 Ji bo cezakirina ‘Kurdistan’ serî li AYM’ê dan
10:38 Otobusa rêwiyan li Sîlopya qulipî: 9 mirin 28 birîndar bûn
10:37 Polîsê Îranî yê ji Tebrizê meşiya Enqereyê: Kuçe ji rejîmê çêtir in
10:24 Demîrtaş: Divê kongre bibe baxçeyê gulan ê Tirkiye yê herî bi coş û rengîn
09:36 Parêzera Ocalan Karadeniz: Divê baro têkevin tevgerê
09:15 Ji bo jinan her der cihê parastinê ye
09:14 Ji ber polîtîkayên ewlehiyî pîşesazî qediya
09:14 Berteka li dijî yek tîpiyê didome: Wê bi berxwedana malbat û girtiyan bên qetandin
09:13 Rewşa Ûmûtê 4 salî yê polîs ew birîndar kir nebaş e
09:13 Endamê Komeleya 78'an: Me qebûl nekir, em qebûl nekin
09:12 Parlementer Onlu: AKP polîtîkayên 90 salan li Dersimê rojane dike
09:11 Wê KODA êdî wek komeleyekê tev bigere
09:10 Dê Wan bi ruhê 7'ê Hezîranê biçe kongreya HDP'ê
09:02 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:20 KHK'yek din: Radyo û televîzyonek hat girtin 262 kes îxrac kirin
11/01/2018
20:06 Wekîltiya Zana betal kirin: Darbeya 2'ê Adarê dubare bû
19:07 Li Wanê erd hejiya
18:18 Serlêdana parêzeran a ji bo Ocalan dîsa hat redkirin
17:30 AYM’ê biryara berdana Mehmet Altan û Şahîn Alpay da
17:14 Rojnameger Şerîfe Oruç nehat berdan
16:36 Polîsên bersûcê kuştina 2 zarokan dê serbest bên darizandin
16:20 Dadgehê carek din 8 sal ceza li Parlamenter Zeydan birî
16:15 KESK’a Kocaeliyê: Di 14'ê Çileyê de em li Qada Azadiyê bin
16:15 Dadger 6 endamên Egîtim Sen'ê darizand
15:51 Girtiyên daxwazên wan qebûl bû çalakî bi dawî kirin
15:04 Leşkeran li Balikesîrê 7 kes binçav kirin
14:48 Tenê ew mabû ew jî girtin
14:40 ÎHD: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
14:39 AKP û MHP’ê tifaqa hilbijartinê ava dikin
14:16 Daxwaza beraeta Akademisyenan red kirin
14:15 624 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
13:36 Jinan bertek nîşanî otobusên pembe dan: Dixwazin jinan ji civakê dûr bixin
13:24 Parêzerên Ocalan 721 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
13:11 Doza polîsên bûn sedema mirina her du birayan dest pê kir
12:28 Akademîsyen li pey soza xwe ne: Em ê nebin hevkarê vî sûcî
12:15 'Hişmendiya Diyanetê hişmendiya DAÎŞ'ê ye
11:00 Dosyayên Sabahat Tuncel bûn yek