XARPÊT - Girtiyên di rojên borî de li Girtîgeha Tîpa E a Xarpêtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin, aşkera kirin ku îşkence li wan kirine û cilên wan nedane.
Girtiyên rojên borî li Xarpêtê ew sewq kirin, bi rêya malbatên xwe agahî dan û tiştên hatibûn serê wan ji raya giştî re parvekiribûn. Mehmet Kaya yê li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin, bi rêya telefonê îşkenceya li wan kiribûn parve kir. Kaya aşkera kir ku cilên wan jî nedane.
Bavê Mehmet Kaya Mehmet Siddik Kaya destnîşan kir ku 2 meh cezayê hevdîtinê dane kurê wî û ji ber wê qedexeya hevdîtinê li ser wî heye û ev tişt got: "Di koxûşan de îşkence li me kirin û cilên me nedan. Piştre em hemû îşkence kirin û avêtin Tîpa T."
‘TIŞTÊN KU DIKIN GIRÊDAYÎ YEK TÎP E’
Bav Kaya li dijî zextên ku li girtiyan kirine, berteka xwe da nîşan û ev tişt got: "Edaleteke wiha nabe. Dema hûn diçin girtîgehan li ser deriyan 'edalet' tê nivîsin. Em dibînin ku li Tirkiyeyê edalet tune. Em 'cilên yek tîp' qebûl nakin. Bila kes vê pêkanînê li ser me ferz neke."