ENQERE – Bi boneya Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr gotibû “Kurdistan” cezayê pereyan û ji bo demekê cezayê Meclîsê lê hatibû birîn. Li dijî cezakirinê parêzerê Baydemîr Serdar Çelebî serî li AYM'ê da û got ku gotina "Kurdistan" ne sedemê sûc e.
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr di Meclîsa Tirkiyeyê de bi boneya got “Kurdistan” cezayê pere û derxistina demî ya Meclîsê lê birîn. Li dijî van cezayan parêzerê Baydemîr, Serdar Çelebî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Di serlêdanê de hat gotin ku cezayê hat birîn li dijî azadiya ramanê ye û di warê bêberpiryariya rêzikdanînê de li dijî Destûra Bingehîn e. Çelebî di serlêdanê de diyar kir ku ji ber gotina “Kurdistan” astengkirina axaftin û navberdayîna rûniştina faliyetên li Meclîsê mafên makezagonî hatine binpêkirin.
'KURDISTAN NABE SEDEMA CEZAYAN’
Çelebî di serlêdanê de ev tişt got: “Cezakirina Baydemîr binpêkirina azadiya ramanê ya siyasete ye. Cezakirina peyva ‘Kurdistan’ nabe mijara gotinê. Gelek mînakên wek vê ku hatine beratkirin hene.”